‘Pirsgirêk çareser nebin wê aborî rastî metirsiyeke mezin bê’

22

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

Serokê Komîsyona Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet têkildarî peymanên aborî yên bi welatên cîran re û rewşa aboriya Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

 

Bi Tirkiyeyê re peymaneke 50 salî

 

Serokê Komîsyona Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet wiha got; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymaneke 50 salî bi Tirkiyeyê re çêkiriye. Li gorî vê peymanê wê Herêma Kurdistanê petrolê bi rêya Tirkiyeyê bifiroşe. Hikûmeta Iraqê beşdarî vê peymanê nebûye, lewma eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Bexda re li hev bike, li gorî madeya 111 -112'an a destûra bingehîn ku dibêje her bîrek petrolê ya beriya sala 2003'an mafê hikûmeta Iraqê heye bi kar bîne. Lê yên piştî sala 2003'an li ser esasê razîbûna Hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê dikare têde hilberînê bike."

 

‘Divê rêyekê bibînin’

 

Şêrko Cewdet têkildarî daxuyaniya Berdevkê Wezarata Çavkaniyên Xwezayî ya Iraqê ku gotibû, wê ne girêdayî peymana di navbera Herêma Kurdistanê û Şîrketa Rûsneftê de bin jî got; "Bîrên Havana û Bay Hesen a ku Rûsneftê li ser peyman çêkiriye niha di destê Hikûmeta Iraqê de ye. Agahiya Hikûmeta Iraqê ji peymanê nîne. Çend kesên di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji peymanê agahdar in. Ji ber vê divê rêyekê ji bo vê bibînin bikin. Divê bi Bexdayê re li ser hemû peymanên hatine çêkirin li hev bikin."

 

'Iraq 113 milyar dolar deyndar e'

 

Serokê Komîsyona Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet herî dawî got; "Eger pirsgirêk neyê çareserkirin, wê rewşa aboriya Herêma Kurdistanê rastî metirsiyek mezin were. Wê hikûmeta Iraqê ji rastî krîza aborî were. Iraq bi xwe 113 milyar dînar deyndar e. Lê gelek rêyên wê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî hene."