Pûtîn û Trûmp li ser Sûriyeyê li hev kirin!

46

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevkê Kremlînê Dîmîtry Peskov diyar kir ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp û Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn qebûl kirine ku li ser Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar bidin.

 

Hate diyarkirin ku daxuyanî ji bo hevdîtina Trûmp û Pûtîn bi taybetî hatiye amadekirin.

 

Hate diyarkirin ku Pûtîn û Trûmp li hev kirine ku ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê domdar be û bûyerên bi tehlûke werin astengkirin divê rêyên ji hev agahdarbûnê werin avakirin.

 

Ajansa Rûs Tass jî xalên ku aliyan li hev kirine, da. Li gorî nûçeya Tassê xalên ku derketine pêş wiha ne:

 

-Pûtîn û Rûsya li hev kirine ku di krîza Sûriyeyê de çareseriyeke leşkerî wê neyê ditin;

 

-Du lîderan bang li hemû aliyên bendê yên Sûriyeyê kirine ku bi rengekî aktîf tevlî pêvajoya çareseriyê ya Cenevre bibin;

 

-Pûtîn û Trûmp li ser yekîtiya xaka Sûriyeyê, serxwebûn û serweriya wê li hev kirine;

 

-DYA û Rûsyayê ji bo ku ji şer xwe dûr bigirin li hev kirine ku rêyên têkiliyê werin danîn;

 

-Du serokan li hev kir ku ji bo DAIŞ’ê têk bibin hewldanên xwe bidomînin.