‘Radyoya Dengê Çira Şengal, deng û rengê civaka Êzîdî ye’

37

 

 

HESRET AMED/ŞENGAL/ROJNEWS

 

 

Di duyemîn salvegera Radyoya Dengê Çira Şengal de endam û xebatkarên Dengê Çira Şengal nêrînên xwe yên der barê kar û xebatên radyoyê de ji Çira TV re nirxandin, di heman demê de qala girîngî, zor, zehmetî û kêfxweşiyên xwe yên di kar û xebatên radyoyê de kirin.

 

Endam û rêvebera Radyoya Dengê Çira Şengal Nesrîn Şengalî di destpêka axaftina xwe de qala destpêkirina kar û xebatên Radyoya Dengê Çira Şengalê kir û wiha got: “Radyoya Dengê Çira Şengal di demek zor û zehmet de 7’ê Mijdara 2015’an de dest bi weşanê kir, lê  tevî zor û zehmetiyên dihatin jiyîn jî radyo dest bi kar û xebatê xwe kir û tu astengî ji xwe re nekirin pirsgirêk. Jixwe armanc ji avakirina radyoyê ew e ku bibe dengê gelê xwe bide bihîstin. Dibe ku teknîk pir pêş ketibe, lê her tim cihê radyoyan cuda  ye, ji ber ku her kes di her kêliyê de dikare bibihîze, daxwaz û xwestekên xwe bînin ziman. Di heman demê de dema ku gel xwestek û daxwazên xwe tînin ziman, mirov xwedî derketina wan a li Radyoya Dengê Çira Şengal dibîne.”

 

‘Em weke jin rol û mîsyona me di xarên wiha de pir girîng e’

 

 

Şengalî di nav axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona jinê di kar û xebatên ragihandinê de û wiha domand: “Em niha du hevalên jin di radyoyê de kar dikin, bêguman rola jinê di kar û xebatên wiha de pir girîng ne. Ez weke jineke ciwan pir ji karên radyoyê hez dikim, mirov weke jinekê di kar û xebatên wiha de bêhtir dikare dîrok û rastiya civaka xwe bide nasîn û xwedî lê derkeve. Di destpêkê de armanceke min ji bo karê radyoyê nebû, lê piştî min kar nas kir hem min hez kir hem ez ketim ferqa girîngî û giranbûna wê, ji bo wê her diçe hezkirina min ji bo kar û xebatên radyoyê zêdetir dibe.”

 

‘Her ku daxwazên gel zêde dibin, hezkirina  me jî zêdetir dibe’

 

Şengalî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bernameyên ku di Radyoya Dengê Çira Şengalê de pêşkêş dike û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez her sibe bernameya Sibeha Êzîdxanê pêşkêş dikim. Lê pêwîstî di kîjan beşê de hebe jî em dikin. Cardin em duyemîn salvegera Radyoya Dengê Çira Şengalê li tevahî civaka Êzîdî û guhdarên Radyoya Dengê Çira Şengal pîroz dikin. Bangawaziya min ji tevahî guhdarên Radyoya Dengê Çira Şengalê re heye ku xwedî li radyoya xwe derkevin, ji ber Dengê Çira Şengalê dengê Civaka Êzîdî ye.”

 

‘Zehmetî li pêşiya pêşketina kar û xebatên me nabin asteng’

 

 

Endamekî din jî ji yê Radyoya Dengê Çira Şengalê Berekat Ibrahîm di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tevlîbûna xwe ya radyoyê û  wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji 2016’an ve ez di Radyoya Dengê Çira Şengalê de kar dikim, ji destpêkê ve kar û xebatên radyoyê bala min dikişand li ser vê bingehê min di Radyoya Dengê Çira Şengalê de dest bi xebatê kir. Li ser ez jî weke her endamek radyoyê hem bername pêşkêş dikim, hem li ser kontrolê disekinim ev jî gor pêwîstiyan tê guhertin. Niha li gor berê derfetên me zêde bûne, ji ber destpêkê heya cihê me jî nebûn, tene karavanek hebû me bernameyên xwe diweşandin. Lê ev zor û zehmetiyên ku dihatin jiyîn qet bandora xwe li ser xebatên me nekir, li dijî her zehmetiyan xwestek û israra me zede dibe. Ji ber dema mirov di giranbûna karê xwe de be hem xwestek hem hezkirina mirov ji bo kar û xebatê zêdetir dibe, ji ber em dizanin ku Radyoya Dengê Çira Şengal dengê Civaka Êzîdî ye.”

 

‘Nerînê gel bernameyên me dewlemendtir dikin’

 

 

Ibrahîm bal kişand ser bernameyên rojane ku di Radyoya Dengê Çira Şengalê de têne weşandin û wiha pêde çû: “Di bernameyên me yên rojane de gelek bernameyên weke Sibeha Êzîdxanê, Daxwaz, Diyarî, Bernameyê Zarokan, Awazên Êzîdxanê, Nûçe, Bernameya Şehîdan, Nerînên Gel, Rastiya Êzîdxanê û hwd têne pêşkêşkirin. Bêguman di her bernameyek ji van de rastî, dîrok û çîrokên civaka Êzîdiyan dide diyarkirin, ji bo wê her ku diçe xwestek û daxwazên gel zêdetir dibin.”

 

‘Dewleta Tirk bi balafirên xwe nikare dengê Civaka Êzîdî bibire’

 

Ibrahîm di nav axaftina xwe de bi berferehî behsa êrîşên hewayî yên Dewleta Tirk ên li ser  Radyoya Dengê Çira Şengalê sekinî û wiha pêde çû: “Di 25’ê Nîsana 2017’an de Dewleta Tirk bi êrîşek hovane Radyoya Dengê Çira Şengalê bombebaran kir, dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe xwest dengê Civaka Êzîdî bibire. Wê ne êrîşên wan ne jî lîstikên wan karibe dengê Civaka Êzîdî bibire. Piştî vê êrîşê jî xwedî derketina Êzîdiyan li Radyoya Dengê Çira Şengalê zêdetir bû, ji destpêkê zêdetir ketin giranbûna wê de ku Radyoya Dengê Çira Şengalê dengê Civaka Êzîdî ye. Li ser wê bingehê piştî 5 mehan cardin bi rengekî berferehtir me dest bi weşanê kir.”

 

‘Dengê Çira Şengal wê her rastiyê vebêje’

 

Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de hedef û armancên xwe ji bo dewlemendkirina kar û xebatên radyo nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha ya ji her tiştî girîngtir zêdebûna endaman e, ji ber ku çiqas endam hebin ewqasî bernameyên me jî wê zengîn û dewlemendtir bin. Di dawiyê ez duyemîn salvegera Radyoya Dengê Çira Şengal li tevahî guhdarên Dengê Çira Şengalê pîroz dikim, em dibêjin Radyoya Dengê Çira Şengal dengê Civaka Êzîdî ye û wê her rastiya dîrok, jiyan û çanda Êzîdiyan vebêje.”

 

‘Bi fermana dawiyê re xwesteka min a ji bo xebatê pêşket’

 

 

Herî dawî jî endamê bi navê Nayif Berkat nerînên xwe yên der barê duyemîn salvegera Radyoya Dengê Çira Şengalê de anî ziman û wiha axivî: “Ji 2016’an ve ez di Radyoya Dengê Çira Şengalê de kar dikim, ji ber kar û xebatên radyoyê karekî pir girîng e û di civakê de rolek xwe dilîze ji bo wê li ser xwestek û daxwaza xwe min cihê xwe di Radyoya Dengê Çira Şengalê de girt. Piştî fermana dawiyê xwesteka min ji bo radyoyê pêş ket, ji ber min dît di dema fermanê de radyo rolek xwe ya pir girîng di rastiya fermanê de dilîze. Ji bo wê jî Radyoya Dengê Çira Şengalê bû hedefa êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst, lê dewleta Tirk jî pir baş dizane ku bi van êrîşên xwe negihişte tu encamê û wê qet negihe jî.”

 

‘Kar û rengê her kes û saziyekê di şoreşê de zengînbûnekê çêdike’

 

Berkat di nav axaftinê xwe de destnîşan kir ku her kes û rêxistinek bi kar û xebatên xwe rola xwe di şoreşê de dilîze û wiha domand: “Em rojane dibînin ku her kes û her saziyek bi kar û xebatên xwe çi rêxistinî, leşkerî, nivîskî, dîmen, deng û awazên xwe keda xwe tevlî şoreşê dikin û xwedî li şoreşa xwe derdikevin. Ji bo wê jî her kar û xebatek li gor karê xwe rola xwe di avakirina civak û welatê xwe de dileyîzin. Ji bo wê her karek pêwîstî û girîngiyek xwe ji bo azadiya civak, Kurdistan û mirovahiyê heye.”

 

 

‘Divê her ciwanek bi dengê xwe xwedî li civaka xwe derkeve’

 

Berkat di dawiya axaftina xwe de bi bangawaziyekê dawî li axaftina xwe anî û wiha got: “Banga min ji her ciwanekî Êzîdî re heye ku bi tevlîbûna xwe ya kar û xebatên radyoyê re xwedî li deng û rengê civaka xwe derkevin. Em Civaka Êzîdî destên xwe bidine hev û bi hev re civaka xwe azad bikin û bibin deng û rengê Civaka Êzîdî.”