Rêxistina Sara: Zewaca di temenê biçûk de kuştina jiyanê ye

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî biryara ku li Iraqê zewaca di temenê biçûk de qebûl dike, şermezar kir.

 

Daxuyaniya Rêxistina Sara ya têkidarî mijarê wiha ye:

 

ʺEm rastî êrîşên herî hovane hatin, ji gundên xwe hatin koçberkirin û mal û mulkên me hatin wêrankirin, lê bele me dikarîbû ji dilê Rojavayê Kurdistanê-Bakurê Sûriyeyê zagonên jin ji şidet û tundiyê biparêze û dawî li zewaca di temenê biçûk de bîne, derxistin. Li Iraqê jî zewaca bi temenê biçûk hatiye rewakirin û dibe ku ev bi demê re bibe sedema li Iraqê biryara bi saxî kuştina jin jî were dayîn!

 

Ev biryara zewaca di temenê biçûk de li Iraqê hat dayîn mafên jinê binpê dike û hemû zagonên mirovahiyê îhmal dike. Em weke jinên Sûriyeyê vê yekê şermezar dikin û çanda destdirêjiya li hember zarokan red dikin. Her wiha bang li Desteya Jin a Yekîtiya Neteweyî û hemû rêxistinên jin ên li cîhanê dikin û bi taybet Rêxistina Mafên Mirovan a li Iraqê dikin ku dawî li tundiya li ser jin bînin.

 

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku hevbeş li dijî zîhniyeta mêr têbikoşin. Zewaca  di temenê biçûk de kuştina jiyanê û destdirêjiya civakê ye.ʺ