Wezîrê Tenduristiyê: Rewşa tenduristiya Kosret Resûl başe

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rêkewt Hemereşîd diyar kir ku Kosret Resûl li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê hatiye emelyatkirin, emelyat baş derbas bûye û niha rewşa tenduristiya wî baş e.

 

Rêkewt Hemereşîd got ku Kosret Resûl heya 72 saetên din wê dibin çavdêriya doktoran de bimîne.

 

Cigirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl îro ji ber nebaşbûna rewşa tenduristiya wî hate rakirina Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê.

 

(rn)