YPG’ê nasnameya 4 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir

44

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di dîroka 8-9’ê Mijdarê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.

 

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatî weşandin wiha ye;

 

“Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bakurê bajarê Dêrezorê bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya DêrezorÊ, bi pêşengtiya YPG û YPJ’ê pêşdeçûn û destkeftiyên xwe didomînin.

 

‘8-9’ê Mijdarê 4 hevalên me şehîd bûn’

 

Her roja ku diçe li herêmê qadên di bin kontrola çeteyên DAIŞê de kêm dibin û di qadên teng de tên asê kirin. Li herêmê şer û pevçûnên dijwar û berxwedaniyeke mezin diqewime. Weke encam, di dîrokên 8-9 Mijdarê de li herêmê 4 hevalên me di şer de şehîd bûn.

 

Em  YPG û YPJ di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em dîsa sond dixwin ku rêya wan bişopînin.

 

Nasnameya şehîdan wiha ye:

 

 

Nasnav: Lewend Hesekê

 

Nav û Paşnav: Yûsûf Hisên

 

Navê Dayikê: Efra

 

Navê Bav: Feysel

 

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: 8’ê Mijdara 2017- Dêra Zor

 

***

 

 

Nasnav: Zagros Hesekê

 

Nav û Paşnav: Elî Xelîl

 

Navê Dayikê: Nûra

 

Navê Bav: Xelef

 

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: 9’ê Mijdara 2017 – Dêra Zor

 

***

 

 

Nasnav: Metîn Viyan

 

Nav û Paşnav: Delîl Mihemed Xelîl

 

Navê Dayîkê: Fadîle

 

Navê Bav: Mihemed

 

Cihê Jidayikbûnê: Girbawî

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: 9’ê Mijdara 2017 – Dêra Zor

 

***

 

 

Nasnav: Rodî Hesekê

 

Nav û Paşnav: Talal Weyis

 

Navê Dayikê: Yazê

 

Navê Bav: Hecî

 

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: 8’ê Mijdara 2017 – Dêra Zor