Altûn: Di civaka hatiye înkarkirin em dixwazin qadeke azadiyê biafirînin

47

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn ê ji ANF’ê bersiv da pirsên ANF’ê got: “Pêwîst e mirov bi awayekî hevgirtî li meleseyê binêrin. Em di nava sîstema cîhaneke kapîtalîst de dijîn. Em dixwazin di nava sîstema kapîtalîst a cîhanê de qadeke azadiyê ya têkoşînê li dijî kapîtalîzmê, li dijî mêtingerî û emperyalîzmê vekin. Niha derfet nîne ku em li qadeke azadiyê bi cih bibin û têkoşîna azadiyê bimeşînin. Em dixwazin li cîhaneke dîl hatiye girtin, li cîhaneke hatiye kolekirin, qadeke azadiyê vekin. Ev qada azadiyê ku em dixwazin vekin di destê hinekan de ye, di bin serweriya hinekan de ye.”

 

Altûn li ser têkiliya hêzên Rojavayê Kurdistanê bi koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA'ê re diyar kir ji bo têgihiştina rewşa heyî ya siyasî divê destpêka vê pêvajoyê were fêhmkirin û got, "Ev yek têkiliyeke siyasî ya ku xwe dispêre têkiliyeke statejîk û taktîkî ya ji berê ve hatiye plankirin nîne. Divê bi giranî weke rewşeke taktîkî û siyasî ya di nava têkoşîn, berxwedan û rewşa siyasî de derkete holê bê nirxandin. Dema ku krîz li Rojhilata Navîn derket, PKK xwedî têkoşîneke ji çil salan bû."

 

Altûn bi bîr xist, ku dema li Sûriyeyê kaosê rû da, gelek hêz di bin navê mûxalefeta Sûriyeyê de bi emperyalîzma navneteweyî, hêzên mêtinger ên herêmê û hêzên hegemon re di nava têkiliyê de bû û got: "Bi vî rengî li dijî rejîmê şer dikirin. Di rewşeke bi vî rengî de Kurd ji bilî berxwedana xwe ya xweparastinê, ti pêwendiya xwe bi kesî re tine bû. Hêzeke ku piştgiriyê jê bigire, ya jî hêzeke ku destekê bide wan tine bû. Lê belê, piştî ku hêzên weke Tirkiye û Erebîstana Siûdî yên rê li ber krîza li Sûriyeyê vekirin bi rêya maşikên xwe êrîşî Kurdan kirin, li ser bingeha xeta Rêber Apo berxwedanek derkete holê. Piştî ku ev berxwedan der bû, hêzên bi navê mûxalefetê li Sûriyeyê tevdigeriyan û rejîma Sûriyeyê ji bo tepisandina vê berxwedanê ji çi destê wan hat kirin. Dema ku rêxistinên weke DAIŞ, Nûsra, Ehrar El Şam bi desteka rejîma Esad êrîşî herêmên Kurdan kirin, Kurdan li ser bingeha xeta Rêbertî û PKK'ê bersiv dan van êrîşan. Bi vî rengî berxwedanê dest pê kir. Şer û berxwedan ji vir dest pê kir."

 

Berxwedana Kobanê bû xala diyarker

 

Altûn got, dema ku vî şerî û berxwedanê dest pê kir di serî de Tirkiye, Îran, Sûriye û hemû hêzên mîna wan piştgirî didan hêzên selefî yên li Sûriyeyê êrîşî Kurdan dikirin û wiha dewam kir: "Di serî de Amerîka û Îsraîl, hêzên din jî piştgirî didan van. Timî proje diafirandin; bi rêya projeyên afirandîn hewl didan wan li gorî berjewendiyên xwe bixin nava liv û tevgerê. Hêzên selefî jî bi desteka ji van hêzan wergirtî êrîşî Kurdan dikirin. Vê yekê heta berxwedana Kobanê dewam kir. Berxwedana Kobanê bû xala diyarker. Heta destpêkirina Kobanê, ti hêzeke herêmî û navneteweyî piştgirî nedidan têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Hêzeke ku bi Kurdan re têkiliyeke taktîkî deyne jî tine bû. Hemûyan dest dabûn hev û ji bo tasfiyekirina tevgereke bi vî rengî ya ji destê wan dihat kirin. Îran jî bi rejîma Sûriyeyê re tevgeriya û xwest vê yekê bike."

 

Berxwedana Şengalê bêhn anî ber cîhanê

 

Riza Altûn destnîşan kir ku hêzên bi rêya DAIŞ'ê xwestin li ser Rojhilata Navîn serdest bin, bi zanebûn polîtîkayeke bêrehm meşandin û ev nirxandin kir: "Stratejiyek mîna Cengîz Han, mîna Tîmûr Leng xistin meriyetê û xwestin di demeke kin de li gelemperiya Rojhilata Navîn serwer bin. Ev stratejî jî şîdet û hovîtiyeke bê sînor bû. DAIŞ'ê serê bi sedan mirovî li pêş kamerayan jê kir û ji çapemeniyê re ragihand. Ev yek ne ji ber nezantiya wan bû. Ev, berhema vê stratejiyê bû. Stratejiya afirandina tirs, panîk û teslîmgirtinê bû. Ji xwe piştî komkujiyên destpêkê, hê berê DAIŞ biçe, tirsa wan digihîşt bajarokan, bajaran. Bêyî li ber xwe bidin bajar yekser teslîmî DAIŞ'ê dihatin kirin. Berxwedana tekane û ya destpêkê ya li dijî DAIŞ'ê li Şengalê dema ku êrîş li civaka Êzidî hate kirin, ji aliyê gerîlayên PKK'ê û şervanên YPG û YPJ'ê ve hate nîşandan. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya, dewletên Yekîtiya Ewropayê tevî ku hêzên gelekî mezin jî, tenê li komkujiya li civaka Êzidî dihate kirin temaşe dikirin. Di rewşeke bi vî rengî de gerîlayên HPG-YJA Starê û şervanên YPG-YPJ'ê bi sedhezaran Êzîdî, Xiristiyan û Misilman ji komkujiyê rizgar kirin. Berxwedana Şengalê bêhn anî ber cîhanê û kir ku li ser bifikire. Mirov hinekî ji tirs û panîkê rizgar bûn û dest bi lêpirsîna rewşê kirin. Dest bi pirsîna van pirsa kirin: 'DYA, Yekîtiya Ewropa û hêzên din ên global û herêmî, tevî ku defretên mezin di destê wan de hene çima dest li vê hovîtiyê wernadin?', 'Gelo berjewendiya wan di vê hovîtiyê de heye?' Vê rewşê, meşrûiyeta hêzên herêmî û navneteweyî yên navborî kir mijara nîqaşê. PKK û Rêberê me jî bû xwedî îtibareke mezin. Etîketa 'rêxistina terorê' ku mêtingerî û emperyalîzma Tirk çil sal in li tevgera me kiriye, bi erdê re kir yek. Piştî vê rewşê êdî ti hêzê nema dikarîbû bi DAIŞ'ê û rêxistinên mîna wê re têkiliyê deyne. Bi taybetî hêzên ku xwe weke 'dewletên demokratîk' bi nav dikin, neçar man ku ji bo hebûna xwe ya li herêmê bidomînin berê xwe bidin aliyekî cuda."

 

Altûn da xuyakirin ku di rewşeke bi vî rengî de jî hêzên herêmî polîtîkayên xwe yên bi rêya DAIŞ'ê û hêzên mîna wê dimeşandin dewam kirin û got, "Vê carê berê DAIŞ'ê dan Kobanê û hewl dan Kobanê bidin xistin. Armanc ji vê ew bû, ku destketiyên Kurdan ên li Rojava, bi taybetî jî destketiyên xeta azadiyê ya li Rojhilata Navîn tine bikin. Di vir de jî berjewendiya her kesî hinekî hebû. Hem bi kêrî rejîmê û hêzên bi awayekî neyekser piştgiriyê didin rejîmê dihat, hem jî bi kêrî berjewendiyên Tirkiye û Erebîstana Siûdî dihat. DAIŞ'ê jî têkiliyên xwe yên stratejîk û taktîkî yên bi van hêzan re, li ser dijberiya xwe ya li Kurdan ava kiribû. Êrîşa li ser Kobanê bi vî rengî dest pê kir. Li hemberî êrîşa li dijî Kobanê berxwedaneke bêhempa hate nîşandan û ev berxwedan bû malê gelê li çar parçeyên Kurdistanê. Bi taybetî tevahiya Kurdên li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi hesasiyeteke xurt nêzî berxwedana Kobanê bûn. Berxwedan demeke dirêj dewam kir û bi vî rengî bala tevahiya gelên herêmê û raya giştî ya navneteweyî kişand ser xwe. Di encama berxwedana mezin de ku zêdeyî 100 rojî dewam kir, Kobanê bû rojeva cîhanê. Piştî ku bû rojeva cîhanê û DAIŞ'ê nekarî armanca xwe bi cih bîne, li vir şikestinek derkete holê. Bi vê şikestinê re hêzên herêmî û global rewşa xwe ya siyasî û leşkerî ji nû ve nirxandin û ji bo xwe dest bi pêvajoyeke nû kirin."

 

Piştî Şengalê berxwedana Kobanê wijdanê civaka navneteweyî rakir ser piyan

 

Altûn anî ziman, berxwedana Kurdan a li Rojava, li Kobanê rewşeke nû derxiste holê û got, "Civak û raya giştî ya navneteweyî zexteke giran li DYA û hêzên din ên navneteweyî kirin, ku dest li rewşê werdin. Piştî Şengalê berxwedana Kobanê wijdanê civaka navneteweyî rakir ser piyan. Çawa ku di dema şerê duyemîn ê cîhanê de tifaqa Yekîtiya Sowyetan û DYA ya li dijî faşîzma Hîtler ji aliyê raya giştî û civakên her du aliyan ve rewa hate dîtin, têkiliya navbera koalîsyona bi pêşengiya DYA û YPG'ê jî ji aliyê raya giştî ya her du aliyan ve rewa û pêwîst hate dîtin. Mîna Sowyetan û DYA ya di şerê duyemîn ê cîhanê de, vê carê jî pêwîstî bi têkiliyeke her du aliyan hebû. Bi vî rengî, bi hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA re asta têkiliyeke taktîkî di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de derkete holê. Pêwîste şêweyê destpêkirina têkiliyê bi vî rengî were nirxandin. Li şûna ku li gorî rewşa îdeolojîk a hêzên siyasî yên aliyên vê têkiliyê mijar bê nirxandin, girînge rê û rêbazên destpêkirina têkiliyê, çawaniya wê û armancên aliyên vê têkiliyê bên dîtin û nirxandin."

 

Ji bo pirsa "Niha bi giranî hêzên Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Rojava hem bi DYA hem jî bi Rûsyayê re têkiliya xwe heye. Tê zanîn ku ev hêzên navborî hêzên emperyalîst ên mezin in. Gelo pêkane ku hem bi van hêzan re têkiliya siyasî, leşkerî û aborî bê danîn, hem jî nasnameya sosyalîst were parastin?" Altûn ev bersiv da:

 

Li cîhaneke hatiye kolekirin, em dixwazin qadeke azadiyê vekin

 

"Ji aliyê dîrokî ve em hemû danehevên têkoşînên azadiyê tînin pêş çavên xwe û bi vî rengî berxwedan û têkoşîneke azadiyê dimeşînin. Bi nêrîna reel sosyalîst, fêhmkirina me nepêkan e. Yanî reel sosyalîzmê cîhan kiribû du parçe, xwe li aliyekî cîhanê danî bû û li hemberî aliyê din têdikoşiya. Ji pratîka reel sosyalîzmê jî em baş zanin, ku bi vî awayî têkoşîneke azadiyê nikare bê meşandin. Rewşa cîhanê bi wî rengî ye. Bi xwetenêhiştin û marjînalkirina li nava sîstema kapîtalîst a cîhanê têkoşîna azadiyê nikare bê dayin. Pêwîste mirov bi awayekî hevgirtî li meleseyê binerin. Em di nava sîstema cîhaneke kapîtalîst de dijîn. Em dixwazin di nava sîstema kapîtalîst a cîhanê de qadeke azadiyê ya têkoşînê li dijî kapîtalîzmê, li dijî mêtingerî û emperyalîzmê vekin. Niha derfet nîne ku em li qadeke azadiyê bi cih bibin û têkoşîna azadiyê bimeşînin. Em dixwazin li cîhaneke dîl hatiye girtin, li cîhaneke hatiye kolekirin, qadeke azadiyê vekin. Ev qada azadiyê ku em dixwazin vekin di destê hinekan de ye, di bin serweriya hinekan de ye.

 

Lê belê beşên civakî û siyasî yên cihêreng ên li herêmê, bi hev re xwedî nakokiyên giran in. Ji bo îdeala sosyalîst divê em ji van nakokiyan û şer sûdê werbigirin û bi vî rengî bimeşin. Bendbenîbûn bi kêrî hêzên sosyalîst nayê. Eger em bi feraseta bendbendî ya reel sosyalîst nêzî meseleyan bibin, em ê hemû hêzên emperyalîst û mêtinger ji nişka ve li hemberî xwe bibînin. Halbûkî di rastiyê de hemû hêzên emperyalîst û mêtinger yekpare nînin. Di navbera wan de gelek nakokî û şer heye."

 

Xeta azadiyê ya civaka Kurd bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kir

 

Riza Altûn diyar kir ku dema ew li rastiya Rojhilata Navîn binerin, tê dîtin ku li Rojhilata Navîn herêmeke ku ew karibin jê re bêjin herêma azad e, hêzeke ku karibin jê re bêjin hêzeke azad e nîne û got, "Her cih ji dest çûye, di herikîna tevahiya dîrokê de winda kiriye. Ji aliyê feraseta civakê ve, ji aliyê zîhniyetê ve di nava sîstema heyî ya kapîtalîst a cîhanê de hatiye helandin. Hemû welat û erdnîgarî ji aliyê hegemonya mêtinger emperyalîst ve hatine talankirin. Di bin navê serweriya dewletê de pêşî li azadiya civakê hatiye girtin. Kurd di rewşeke bi vî rengî de têkoşîna azadiyê bi rê ve dibin. Bi taybetî di nava rastiya civakekê de ku ji aliyê çar dewletên mêtinger û emperyalîzmê ve hatine înkarkirin, em dixwazin qadeke azadiyê biafirînin. Ji ber vê yekê em neçar in bi hesab û nêzîkatiyên gelekî zirav tevbigerin. Bi rengekî qebe eger em rabin bêjin; ev emperyalîst e, ew kapîtalîst e û her kesî li dijî xwe rakin ser piyan, ev yek wê were wê wateyê ku ji destpêkê ve me têkçûn qebûl kirine. Were wê wateyê ku em tasfiyekirina têkoşîna azadiyê dipejirînin. Wê demê ya divê were kirin çi ye? Bi dîtina rastiya civakî, siyasî û leşkerî ya vê herêmê re, divê mirov karibin di nava vê rastiyê de xwe ji tinebûnê biafirînin."

 

Altûn destnîşan kir, di vir de ya girîng ew e ku mirov dev ji xeta xwe ya îdeolojîk, polîtîk û xeta azadiyê bernedin û bikin ku hemû têkilî xizmetê ji vê armancê re bike.

 

Riza Altûn anî ziman ku her kesên li Rojhilata Navîn ji bo azadiyê têdikoşin neçar in vê rastiyê bibînin, li gorî vê rastiyê tevbigerin û got, "Em xwedî têkoşîneke azadiyê ne. Dema ku mirov li dîroka têkoşîna me ya azadiyê dinerin, gelek zehmetî û dewlemendiyên bêhempa dibînin."

 

Altûn diyar kir ku ev têkoşîn bû malê civaka Kurd û got, "Xeta azadiyê ya ku bûye malê civaka Kurd bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kir û xwe gihand konjonturê. Tevgereke ku cîhanê tev dixwest wê tine bike, li ser bingeha gerîla, siyaseta demokratîk û rêxistiniya gel xwe îfade kir û encamên gelekî mezin derxist holê."

 

Rojhilata Navîn a ku hêzên navneteweyî û emperyalîst lê îflas kir, derkete holê

 

Altûn destnîşan kir ku di rûdana kaosa Rojhilata Navîn û hilweşîna sîstemê de têkoşîna çil salan a PKK'ê xwedî pareke mezin e û wiha dewam kir: "Di vê pêvajoya nû de her kes ji nû ve hewl dide hebûna xwe li Rojhilata Navîn biparêze. Ev gelekî girîng e û divê were dîtin. Navenda krîza modernîteya kapîtalîst niha li Rojhilata Navîn e. Ya kapîtalîzm wê li Rojhilata Navîn xwe ji nû ve biafirîne û emrê xwe sed sal, ya jî hezar salên din dirêj bike, ya jî kaosa Rojhilata Navîn wê weke herêmeke azadiyê, quleke nû li nava sîstema modernîteya kapîtalîst veke. Ji ber vê sedema bingehîn îro hemû hêzên cîhanê li Rojhilata Navîn in û şer dikin. Eger mirov meseleyê tenê weke şerê petrolê binirxînin, ev ê nêzîkatiyeke teng be.

 

Cihê ku tengaviya sîstema kapîtalîst a cîhanê veguheriye şerê cîhanê yê sêyemîn, ev der e. Li vê zemînê her kes heye. Têkoşîna li vê derê îdeolojîk e, polîtîk e, sîstemî ye. Emperyalîzma global dixwaze di encama têkoşîna li vê derê de sîstem û hegemonya xwe ya cîhaneke post modern biafirîne. Dewletên statukoparêz ên herêmî jî hewl didin avantaj û derfetên ku sîstema sedsala 20'an daye wan biparêzin. Gel û civakên bindest jî hewl didin di nava vê kaosê de azadî û wekheviyê hilberînin. Ya ku niha li Rojava derketiye holê ev e."

 

Destketiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo hemû hêzên sosyalîst çepereke stratejîk e

 

Riza Altûn got, eger li vê derê hin hêz têkoşîna azadiyê dimeşînin û hinek jî siyaseta serweriya berjewendiyên xwe dimeşînin, hingî rûdana têkilî û nakokiyên navbera van hêzan rewşeke ji neçarî ye û wiha dewam kir: "Ev yek carna dikare lihevkirin û tifaq be, carna jî şer be. Mînak; DYA ku di destpêkê de qet xwe nêzî Kurdan nedikir, piştre di şexsê YPG'ê de neçar ma bi Kurdan re têkiliyeke taktîkî deyne.

 

Lê di vê têkiliya taktîkî de bi her awayî hewl dide ku wê ji nasnameya wê ya sosyalîst qut bike û tevlî nava sîstema emperyalîst kapîtalîst bike. Ev yek ji bo DYA armanca têkilîdanînê ye. Lê Kurd û xeta azadiyê jî di vê têkiliyê de xwedî sedem û armancekê ye. Ya girîng ew e ku kî li hespê kê siwar dibe û bi rê ve diçe. Wekî din, nirxê taktîkî û stratejîk ê encamên vê têkiliyê ji bo her du aliyan, girîng e. Di vir de destketiya Kurdên li Rojava û hêzên Federasyona Bakurê Sûriyeyê, ji bo hemû hêzên sosyalîst û dijberên sîstemê, çepereke stratejîk e."

 

Li ser erdekî biçûk ê em jê re Rojava dibêjin, qadeke azadiyê vebû

 

Altûn bi bîr xist, ku niha li herêmê hêzeke koalîsyonê ya ku DYA nûnertiya wê dike heye û got, "Li pişt vê koalîsyonê jî hemû hêzên kapîtalîzmê hene. Hêza Rûsyayê jî heye ku eniyeke cuda ya vê sîstemê ye. Li pişt vê hêzê jî gelek hêzên din hene. Dema ku mirov NATO'yê datînin aliyekî û Avrasyayê jî li aliyê din bi cih dikin, di şexsê Rûsya û Amerîkayê de hemû hêzên hegemon, emperyalîst û kapîtalîst li vê navendê tên temsîlkirin. Ev hêzên navborî di heman demê de bi dewletên herêmê re jî xwedî têkilî û nakokiyan e. Û dewletên herêmê jî di navbera an her du aliyan de hem xwedî têkilî ne hem jî nakokî. Ev hêz ji aliyekî ve hewl didin sîstema cîhanê ya kapîtalîst emperyalîst serwer bikin, li aliyê din jî ji bo hegemonya xwe bikin hegemonya teqez, di nava nakokî û şer de ne."

 

Riza Altûn destnîşan kir, di rewşeke bi vî rengî de li erdekî biçûk ê ku ew Rojava jê re dibêjin, qadeke azadiyê vebûye û got, "Qada komunal demokratîk vebûye. Li Rojhilata Navîn cara yekemîn e qadeke azadiyê vedibe. Yanî li ser erdekî êdî hêzek heye ku bi qismî jî be ji aliyê ciavkî, siyasî û aborî ve xwe îfade dike. Ev hêz pişta xwe dispêre hemû hêza madî, manewî û moralê ya civakê û bi vî rengî şer dike. Di heman demê de li dijî hemû hêzên sîstema kapîtalîst a cîhanê, di nava berxwedaneke îdeolojîk, polîtîk û ekonomîk de dixwaze hebûna xwe biparêze. Divê mirov li ser bifikirin, bê ev qada azadiyê ji bo azadîparêzan tê çi wateyê. Niha nêzîkatiyeke emperyalîst kapîtalîst heye ku dixwaze vê qadê bi temamî tasfiye bike. Li aliyê din jî xeta têkoşîna azadîparêz heye ku hewl dide têkoşîna vê qadê berfireh bike. Girîng e nakokî û şerê di vir de baş were fêhmkirin. Heta ku ev nakokî û şer neyê fêhmkirin, ev mesele nayê fêhmkirin. Lewma divê têkiliya YPG'ê ya bi Rûsya û Amerîkayê re baş bê nirxandin."