Bîlgen: Tecrîd, li dijî gelan e

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo dawîlêhatina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan hatine destpêkirin berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ku 8 roj berê li avahiya HDP'ê ya Enqereyê hatibû destpêkirin bi daxuyaniyek çapemeniyê hat bi dawîkirin. Beriya ku çalakiya li avahiya HDP'ê bi dawî bibe, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen û Cîgira Hevseroka Giştî Fatma Kurtulan koma ketibû grevê ziyaret kir û daxuyanî dan. Berdevkê HDP'ê Bilgen, beriya çalakiyê diyar kir ku têkoşîna gelekî ya azadiyê bi xwedîderketina vîna xwe pêkan e.

 

Bilgen, anî ziman ku tecrîd xizmetê ji aştiya navxweyî ya Tirkiye re nake û wiha got: "Tecrîd aştiya navxweyî ya Tirkiye tehdît dike. Dijderketina aştî û pêşketinên li Rojhilata Navîn e. Dîsa nexwestina aştiya nava gelên li Rojhilata Navîn e.

 

Bilgen, destnîşan kir ku divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Divê êdî pêvajoyê ji sarincê derxin. Divê êdi rê li pêş kaosê bigirin û Ji bo tirkiye bigêje rejîmek demokratîk divê berî her tiştî tecrîd bi dawî biube. Rêya vê yekê jî bi rakirina tecrîda li ser Birê Ocalan pêkan e. "

 

Li ser navê koma çalakgerên greva birçêbûnê Rêvebera HDP'ê Yildiz Bahçecî jî anî ziman ku îro dawî li çalakiya grevê tînin, lê têkoşîna wan dê berdewam bike û wiha got: "Tecrîd li dijî hemû gelê Kurd û Rojhilata Navîn e. Tecrîd di heman demê de li dijî gelan e."