Çalakiya Strasboûrg 20 roj li dû xwe hişt

35

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Çalakgerên li Strasboûrgê ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dixwazin heyetekê bişîne Îmraliyê.

 

Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûne, bi rêk û pêk li meydana Cleber a Strasboûrgê têkildarî rewşa ewlekarî û tenduristiya Ocalan belavokan belav dikin.

 

Çalakgeran dan xuyakirin ku di her hevdîtinê de CPT bersiveke klasîk dide wan û nerazîbûn nîşanî vê helwesta xemsar a CPT dan.

 

Gelek Kurdistaniyên li bajar û welatên cuda yên Ewropayê dijîn, duh serdana çalakgeran kirin. Bi taybetî nûnerên saziyên Êzidî serdana çalakgeran kirin. Jin jî bi xurtî tevlî çalakiyê dibin.

 

Çalakger wê sibe otobusa 'Pirtûkxaneya Ocalan' a 9'ê Cotmehê li Strasboûrgê bi rê ket û ji bo nasandina paradîgmaya Ocalan li gelek welatên Ewropayê geriya, pêşwazî bikin.