NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanê çepgir ê Kurd Mehmûd Salihî 4’ê Mijdarê dema ji nexweşxaneyê vedigeriya malê ji aliyê hêzên Îtleata Îranê ve hate desteserkirin û birin zindana navendî ya bajarê Seqizê. Piştî girtina wî bi rojekê ku rewşa Salihî ya tenduristiyê giran bû, rakirin nexweşxaneyê û bi awayekî kelepçekirî hate dermankirin. Lê tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê xerabe jî careke din vegerandin zindanê.

 

Mehmûd Salihî yê nexweşiya xwe ya dil û gurcik heye, 4’ê Mijdarê dema ji nexweşxaneyê vedigere malê ji aliyê Îtleata Îranê ve hat girtin û salek cezayê zindanê lê hat birîn.  

 

Ev pêkanînên li dijî çalakvanê çepgir Salihî bandoreke mezin li ser çalakvanên sivîl ên Îranê û civaka navneteweyî kir. Li ser vê yekê Amensty International bi nameyekê daxwaz kir ku Mehmûd Salihî di demeke herî nêzîk de serbest were berdan. 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here