Çalakvanên Balekayetî ji Iraqê daxwaza şandina sotemeniyê kirin

33

 

 

ZOSK BALEK/ BALEKAYETÎ

 

Daxuyaniya çapemeniyê ku ji aliyê çalakvanê mendenî li herêma Balekayetî Karox Osman ve hate xwendin, wiha hate gotin; “Herêma me çiyayî û ser sînore. Her ji destpêka hatina werza Payîzê heya nîvê Biharê, sermayek zêde li herêmê heye. Pêwîstî bi sotemeniya zêde heye. Niha li Herêma Kurdistanê nirxê gazê bilind bûye. Ji ber ew qeyrana heyî welatî û karmendên Herêma Kurdistanê gitşî û taybetî vê navçeyê, nikarin debara jiyana xwe peyda bikin. Di werzê zermayê de jî bê sotemenî dimînin.”

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Beşek ji welatiyan ji neçarî dest bi birîna darên ter kirine. Ji ber vê sedemê jî coxrafya herêmê tê şewitandin. Ji ber şerên demên buhrî daristanên herêmê şewitîne. Belê piştî 2003’ê daristanên herêmê baştir bûne. Belê di van 3 salên dawî de ku qeyrana darayî derket, carek din coxrafya herêmê têk çû û daristan tên birîn.”

 

 

Daxuyaniyê wiha dewam kir; “Me gelek caran ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku daxwazên gel guhdar bike. Her wiha parastina jîngeya herêmê bike. Mixabin guhdarî van daxwazan nekiriye. Ji bo wê jî me berê daxwazên xwe daye Iraqê. Ji ber ku Herêma Kurdistanê beşeke ji Iraqê û mafê daxwazkirinê yê me ji rêveberiya navendî heye.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku wan ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye sotemenî ji bo welatiyan bişîne û ji bo her malbatekê 600 lître bişîne û bi nirxek wisa ku welatî bikarin bikirin.

 

(rn)