Civîna Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî bi dawî bû

34

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li ser naveroka civînê ragihandina ofîsa Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî daxuyaniyek nivîskî belav kir û wiha ragihand; “Di civînê de Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Selahaddîn Behadîn got ku her roja diçe nerazîbûnên li hemberî xerabûna rewşa welatiyan zêdetir dibin. Êdî welatî nikarin vê rewşa xerab rakin. Nikarin baca şaşiyên dehan salan ên desthilatên berpirsên herêmê bidin.”

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Behadîn her wiha diyar kir ku niha ji ber guhertinên zû yên li herêmê, divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bibin yek helwest û yek deng. Demek zû de rêyek çareseriyê peyda bikin. Pirsgirêk û rewşa welatiyan çareser bikin. Bi taybetî di aliyê aborî de.”

 

 

Di daxuyaniyê de ku cih hate dayîna gotinên Rêberê Giştî yê Tevgera Goran Omerî Seyîd Elî û wiha hate gotin; “Omerî Seyîd Elî di civînê de diyar kir ku guhertinên li herêmê û sedemên derketina şerek nû, ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yek helwestî û wekheviyek zêdetir dixwaze.”

 

Li gor daxuyaniyê Omerî Seyîd Elî got ku nabe êdî ji vê zêdetir welatî baca şikestina desthilatên hermê bidin.

 

(rn)