Di civîna PADÊ de biryarên girîng hatin girtin

34

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) civîna xwe ya asayî ya mehane bi tevlîbûna rêveber û endamên partiyê li dar xist. Di civînê de Serokê PADÊ Qehta Elî, Alîkara Serokê PADÊ Medîha Mirad û her wiha rêveber û gelek endamên PADÊ amade bûn. Di civînê de rewşa rêxistinî û  siyasî ya herêm û Şengalê hat destgirtin û biryarên girîng hatin girtin.

 

Yek ji rêveberê PADÊ Şêrzad Şemo yê têkildarî civînê agahî da ajansa me diyar kir ku di rewşa niha ya li Iraq, herêmê û bi taybet li Şengalê ev civîna hatiye li dar xistin girîng bû û got: “Wek rêxistin me ev civîn girîng dît, ji ber ku rewşa niha herêma me têde ye awarte ye. Lewma me di civînê de girîngî da rewşa siyasî.”

 

‘Em ê Ti carî gelê xwe bi tenê nehêlin’

 

 

Şemo di dewama axaftina xwe de got, "Li herêmê û bi taybet li her çar parçeyên Kurdistan, pêşketinên dîrokî rû didin. Bi taybet bi hatina hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ya herêmê guhertinên mezin bi xwe re çêkir. Dîsa bi taybet li Başûrê Kurdistanê qeyraneke mezin a siyasî û aborî heye. Me ev mijar di civîna xwe nirxand.

 

Li ser vî esasî me di civîna xwe de piranî giranî da rewşa gelê Êzîdî û taybet jî gelê me yê li derveyî Şengalê koçber in. Wek PADÊ ji bo em ji gelê xwe re tiştekî bikin me biryarên girîng girtin. Em ê ti carî gelê xwe bi tenê nehêlin û em ê timî piştgiriya gelê xwe bikin.”

 

‘Biryarên girîng hatin girtin’

 

Alîkara Serokê PADÊ Medîha Mirad  jî têkildarî civînê da xuyakirin ku di civînê de rewşa siyasî ya li herêmê hatiye destgirtin û li gor wê bernameyek amade kirine.

 

 

Di civînê gelek biryar hatin girtin. Hin ji biryarên hatine wergirtin wiha ne:

 

— Wê Akademiyeke siyasî û civakî bê avakirin

 

— Li her devera civaka Êzîdî lê heye navendên PADÊ bên vekirin

 

— Kar û xebatên diplomasiyê wê bên pêşxistin