Di erdheja navend Silêmaniyê de: 1 mirî, bi dehan birîndar

29

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Erdheja bi dijwariya 7.2 ya li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ku navend Silêman3i bû bû sedem mirin û hilweşîna malan. Têkildarî erdheja ku di saet 21:18’an de pêk hat de nûçegîhanên me van agahiyan parvekirin.

 

Hate ragihandin ku li navçeya Silêmaniyê Şarezûrê kesek jiyana xwe ji dest daye, li Derbendîxanê jî gelek mal xirabûne û hate gotin ku malbatek dibin xirbeyan de maye. Her wisa li gorî hêjmareke ne fermî ya Derbendîxanê, 50 kes rakirine nexweşxaneyan.

 

Hate gotin ku li navçeya Xaneqîn a ser bi Diyalayê jî gelek kes birîndar bûne. Li Xurmala Helebceyê jî gelek kes birîndar bûne.

 

Li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê ti windahiyeke canî çênebûye. Li navenda Silêmaniyê jî hîn ti daxuyaniyeke fermî ne hatiye dayîn. Li Şengal û Mexmûrê jî erdhej hate hîskirin lê, ti wendahiyeke canî çênebûye.

 

 Li Rojhilatê Kurdistanê û sinorê Başûrê Kurdistanê navend Silêmanî erdhejeke bi dijwariya 7.2 pêk hat. Erdheja ku di 21:18’an de ku li gelek bajarên Silêmaniyê , Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê, her wisa li gelek bajarên Iraqê jî hate hîs kirin.

 

Erdheja bi dijwariya 7.2 li Bajarê Silêmanî û navçeyên wê, Helebce, Kerkûk, Dihok û navçey’en wê, Hewlêr û navçeyên wê hate hîs kirin.

 

Li Rojhilat jî li parêzgeha Kirmaşan, Sine û Urmiyê û gelek navendên wê, li Rojava jî li Kantona Cizîrê û gelek herêmên ser bi wê hate hîs kirin.

 

Her wisa erdhej li bajarên Bakurê Kurdistanê Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Meletî, Amed, Wan û gelek bajarên din hatiye hîs kirin.

 

Piştî erdheja dijwar a Silêmaniyê gelek welatî malên xwe terk kirin, tevgera ambûlansan li bajêr heye û di hindek avahiyan de jî derizîn çêbûye.

 

Di erdhejê de heya niha ti wendahiyeke canî çênebûye lê, li navçeya Xurmal a ser bi Helebceyê hinek welatî birîndar bûne.

 

Erdhej li Silêmaniyê û Bexdayê 7.2, li Kerkûkê 5.6, li Hewlêrê 4.5 pêk hat.