Di erdhejê de 6 kesan li Kirmaşana Rojhilat jiyana xwe ji dest dan

24

 

 

KIRMAŞAN / ROJNEWS 

 

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li parêzgeha Kirmaşan, Sine û Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî erdhej hatiye hîs kirin û li bajarê Qesri Şîrîn ya ser bi Kirmaşanê jî 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Saziya Lêkolııneen Jeolojîk ya Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (USGC) ragihand ku erdheja navend Silêmaniyê bi dijwariya 7.2 pêk hatiye. Lê USGC paşê daxuyaniyeke duyemîn da û dijwariya 7.3 ragihand. Hate gotin ku navenda erdhejê 103 kîlometre dûrî Silêmaniyê bûye, her wisa 32 kîlometre jî dûrî Helebceyê pêk hatiye.

 

Erdheja navend Silêmanî

 

Li Rojhilatê Kurdistanê û sinorê Başûrê Kurdistanê navend Silêmanî erdhejeke bi dijwariya 7.2 pêk hat. Erdheja ku di 21:18’an de ku li gelek bajarên Silêmaniyê , Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê, her wisa li gelek bajarên Iraqê jî hate hîs kirin.

 

Erdheja bi dijwariya 7.2 li Bajarê Silêmanî û navçeyên wê, Helebce, Kerkûk, Dihok û navçey’en wê, Hewlêr û navçeyên wê hate hîs kirin.

 

Li Rojhilat jî li parêzgeha Kirmaşan, Sine û Urmiyê û gelek navendên wê, li Rojava jî li Kantona Cizîrê û gelek herêmên ser bi wê hate hîs kirin.

 

Her wisa erdhej li bajarên Bakurê Kurdistanê Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Meletî, Amed, Wan û gelek bajarên din hatiye hîs kirin.

 

Piştî erdheja dijwar a Silêmaniyê gelek welatî malên xwe terk kirin, tevgera ambûlansan li bajêr heye û di hindek avahiyan de jî derizîn çêbûye.

 

Di erdhejê de heya niha ti wendahiyeke canî çênebûye lê, li navçeya Xurmal a ser bi Helebceyê hinek welatî birîndar bûne.

 

Erdhej li Silêmaniyê û Bexdayê 7.2, li Kerkûkê 5.6, li Hewlêrê 4.5 pêk hat.