Erdheja ku li Silêmanî çêbû tevahiya Başûr hejand

38

 

 

ROJNEWS/ SILÊMANÎ

 

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi pêla 7,2 erdhej çêbû. Erdheja ku saet 21:18’an çêbû li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê, Rojhilat, Roava û Bakûrê Kurdistanê li gel gelek bajarên Iraqê hate hiskirin.

 

Erdheja Silêmaniyê ya bi pêla 7,2 çêbû, li Silêmanî û navçeyên wê, Helebce, Kerkûk û navçeyên wê, Dihok û navçeyên wê û Hewlêr û navçeyên wê hate hiskirin.

 

Li parêzgehên Sine, Urmiye û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê û gelek navendên Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê erdhej hate hîskirin.

 

Li aliyê din jî li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Meletî, Amed, Wan û gelek navçeyên Bakûrê Kurdistanê erdhej hate hîskirin.

 

Piştî erdheja mezin a li Silêmaniyê çêbû gelek welatî ji malên xwe derketin, li navenda majar liv û tevgera ambulansa heye. Di gelek avahiyan de derizîn çêbûye.

 

Di erdhejê de heya niha windahiya canî çênebûye, li bajarokê Xurmal ê Helebce hinek welatî birîndar bûne.

 

Erdhej li Silêmanî û Bexda bi pêla 7,2, li Kerkûkê bi pêla 5,6 û Hewlêrê jî bi pêla 4,5 çêbû.

 

(rn)