Fatoş Saglamgoz di salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn

57

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Kurdistaniyan gul û qurnefîl danîn meydana Gûstaf Adolf Torg ku Saglamgoz bedena xwe lê dabû ber agir.

 

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê Abdullah Devecî li merasîma bîranînê axivî, qala jiyana Fatoş Saglamgoz kir û bal kişand ser têkoşîna ku mezin bûye.

 

Girseya gel piştre çû ser gora Saglamgoz û li vir ew bi bîr anî.

 

Di şexsê Saglamgoz de ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rê hate girtin û piştre nameya Saglamgoz a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibû hate xwendin.

 

Merasîma bîranînê, ku hunermend Hozan Fîgen jî klam got, bi qasî saetekê dewam kir.

 

Bîranînê li Komeleya Jinên Kurd a li Goteborgê dewam kir.

 

Zaxê Dogan bi navê Meclîsa Jinê ya Sêvê axivî û hin beşên nameya Fatoş Saglamgoz xwend.

 

Aktîvîst Jînda Nûrhak jî got, "Xeta berxwedanê ya ji aliyê Saglamgoz û hemû şehîdên şoreşê ve hate afirandin, roj bi roj mezin bûye û gihiştiye serdema heyî."