Goran: Her aliyek destûr binpê bike emê li dijî doz vekin

33

 

 

SORAN MIHEMED/ KERKÛK

 

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî di daxuyaniyê de got; “Serdana vê şandeyê ji bo Kerkûk giringiya xwe heye. Ev diyar dike ku ji aliyê parlamenteran ve ji bo çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê hewldanek cidî heye.”

 

Ehmed Eskerî wiha jî got; “Em ji hikûmeta Federal daxwaz dikin hewl bide rewşa Kerkûkê aram bike. Her wiha hewl bide ku waliyê nû yê Kerkûkê demek nêz de dest bi karê xwe bike. Hewldanên me yên ji bo civîna Meclisa parêzgeha Kerkûkê li ser vê mijarê wê dewam bikin.”

 

Piştre parlamentera Tevgera Goran Sirwe Ebdulwehîd jî axivî û got; “Meclisa parêzgeha Kerkûkê aliyê sereke û rewa yê bajare. Ji bo aramîbûna rewşa bajar divê meclisa Kerkûkê demek pêş a din bicive û waliyê nû yê bajar hilbijêre. Qala anîna welatiyên Ereb ji bo Kerkûkê tê kirin. Emê rê nedin hewldanek wiha. Ji bo aramîbûna rewşa Kerkûkê tişta ji destê me were emê bikin. Divê di çarçoveya destûra Iraqê de danûstandin li gel vî bajarî were kirin.”

 

Sirwe Ebdulwehîd ji welatiyên Kerkûkê jî daxwaz kir ku vegerin ser malên xwe û got; “Niha rewş hatiye guhertin. Nebûna Kurdan li bajar, dibe sedema zerergihiştina gelê Kurd. Divê tevahî pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Hikûmeta Iraqê jî dervey pêkanîna madeya 140 nabe ti nêzikatiyek din li gel Kerkûk bike. Gelek alî hene ji nebûna Kurdan firset dîtine û destûr binpê kirine. Her aliyek destûr binpê bike, emê li Dadgeha Federal li ser dozê vekin.”

 

Li ser rewşa navçeya Xurmatû jî Sirwe Ebdulwehîd got; “Heya hêzên Kurd neçin Xurmatû, em nikarin zextê li welatiyan bikin ku vegerin ser mal û cihên xwe. Ji ber ku gelek kes û alî hene li navçeyê dixwazin tola xwe hilînin û alî jî hene dixwazin aliyê çêbikin.”

 

(rn)