Helîkoptereke Iraqê bi sedemeke nayê zanîn ket

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Odeya Ragihandina Şer a Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku helîkoptereke Iraqî ketiye xwarê.

 

Di daxuyaniya Odeya Ragihandina Şer de wiha hat gotin: “Helîkoptereke M17 dema ji bo perwerdeyê firiyabû, li parêzgeha Wasit kete xwarê.”

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî pîlotê helîkopterê bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Odeya Ragihandina Şer a Iraqê têkildarî sedema ketina helîkopterê ti agahiyek parve nekir.