Hewldana kombûna Meclisa parêzgeha Kerkûkê bê encam bû

34

 

 

SORAN MIHEMED/ KERKÛK

 

Li ser sedemê pêk nehatina civîna meclisê, endamê Meclisa parêzgeha Kerkûkê Dilşat Pîrort ku ji lîsta PDK’ê ye ji ajansa me re wiha got; “Heya ku di asta giştî de lihevkirinek çênebe û rewş weke pêştir nebe, emê ne vegerine Meclisa parêzgeha Kerkûkê. Ji ber ku li bajar bîna û navendên me nemane, hemû hatine dagirkirin.”

 

 

Li ser diyarkirina waliyê Kerkûkê jî Dilşat Pîrort got; “Diyarkirina Waliyê Kerkûkê ti peywendî bi meclisa parêzgehê ve nîne. Ji ber gelek sedem hene ku heya niha walî dest bi kar nekiriye.”

 

Li ser heman mijarê endamê Meclisa parêzgeha Kerkûkê Babekir Sidîq ku ji lîsta YNK’ê ye wiha got; “Ji bo dest bi kar kirina waliyê nû yê bajar, pêwîstiya me bi 26 dengên endamên meclisa Kerkûkê heye. Ev hejmare jî bi tevlîbûna tevahî endamên Lîsta Birayetî dikare pêk were. Ji ber ku lîsta herî mezine.”

 

Babekir Sidîq got; “Heya ku meclisa parêzgeha Kerkûk ne cive û biryar li ser dest bi kar kirina waliyê Kerkûk nede, wê rewş her ji vê aloztir be û zererek mezintir wê bigehe Kurdên li  bajar.”

 

 

Babekir Sedîq wiha dawî li axaftina xwe anî; “Endamên Meclisê yên ji lîsta PDK û Yekgirtû na vegerin bajar ku tevlî civînê bibin. Ew bi biryara hizbî na vegerin bajar. Ji bo civîna meclisa bajar pêk were, hewldanên me didomin.”

 

Lîsta Birayetî ya Kerkûkê 26 kursiyên wê li meclisa bajar hene. Du endam û serokê meclisê jî lîsta Yekgirtû ne. Her wiha 10 endam jî li ser lîsta PDK’ê ne.

 

(rn)