Îran çiyayê Asos’ê topbaran kir – HAT NÛKIRIN

38

 

ROJNEWS / ASOS

 

Li gorî çavkaniyên herêmî serê vê sibê rejîma Îranê çiyayê Asos’ê ku dikeve ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê topberan kir . Têgotin ku bi hemahengiya balafira keşfê  herêm hatiye topbaran kirin.

 

Niha ti agahiyeke zelal ji herêmê ne hatiye bidestxistin.

 

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafira keşfê ya Îranê jî 2 saet li ser navçeya Pêncwên ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê firiya ye.

 

Hinek ragihandinên Başûr û yên derveyî Başûr jî êrişa li dijî Asos’ê weke êrişa balafirên şer yên artêşa Tirk hate derbaskirine. Ancax heya niha ti agahiyeke zelal ne hatiye bidestxistin.

 

Hêjayî gotinêye ku 3’ê vê mehê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker bi hemahengiya balafira keşfê ya Îranê çiyayê Asos’ê bombebarankiribû. 

 

Çiyayê Asosê dibe devera Pişder û dikeve ser bi parêzgeha Silêmaniyê. Her wisa Asos dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Weke herêm di fermiyetê de dikeve bin kontrola hêzên ewlekariya YNK’ê.