‘Ji ber nebûna bernameyek kar civîna hikûmetê hate paşxistin’

34

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Biryarbu ku îro 02:00’ê piştî nîvro, li avahiya Desteya Wezîran ya hikuumeta herêmê ya Hewlêrê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî uu alîkarê wî Qubad Talabanî bi serokên komên partiyên li parlementoya herêma Kurdistanê re bicivin.

 

Serokê Koma Partiya Sosyalîst li parlementoya Herêma Kurdistanê Ebdullah Hacî Mehmûd, têkildarî paşxistina civîna serokê komên partiyan a li gel hikûmetê ji ajansa me re axivî uu got: “Ji ber biradarên hikûmetê bernameya civînê diyar nekiribuun civîna me ji bo hefteya werê hate paşxistin. Me dixwast ku guftuugoyeke baş li ser yekîtî uu yek helwestiya xelkê herêma Kurdistanê bikin.”

 

Mehmûd her wisa diyar kir ku biryara civînê ji aliyê hikûmetê uu serokên komên partiyan ve hate dayîn ku civîn hefteya bê were lidarxistin.

 

Serokên Koma Tevgera Goran uu Komela Îslamî ragihandibuun ku ewê beşdarî civîna îro ya hikûmet li gel serokên komên partiyan bibin, nebin. Weke sedem jî hatibû gotin ku ti fêdeyeke vê civînê nîne.