Ji bo rojnamegerên Kurd 15 sal ceza tê xwestin

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Yekane rojnameya bi zimanê kurdî Azadiya Welat di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi Biryarnemaya di Hukmê Qanûnan de (KHK)'ê hatibû girtin, bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê bi hinceta îxbar heye di 28'ê Tebaxa 2016'an de bi ser rojnameyê de girtibûn û 24 rojnameger hatibûn binçavkirin. Lêpirsîna ku hat destpêkirin bi dawî bû. Her çendî sazî fîîlî û hiqûqî be jî dozger der barê 24 xebatkarên çapemeniya azad de bi awayekî 3 komî der barê wan de îdianame amade kir. Îdianame ji hêla 9'emîn û 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. 24 rojnameger bi îdiaya "Bi zanebûn û xwestek alîkarî dane" tên sûcdarkirin, ji 7 sal û nîv û heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Dê doz di meha Sibat û Adara 2018'an de bê dîtin.

  

Îxbar bêbingeh derket rojname sûc dîtin

 

Di îdianameyê de hat diyarkirin ku rojek berî serdagirtina rojnameyê, ji Miduryeta Şaxa Elektornîkê ya Miduryeta Polîsan a Amedê re îxbareke bê nav hatiye. Hat gotin ku li buroya rojnameyê rojên Yekşemê qasî 20 kesan civînê li dar dixin, "îhtimalek mezin ev kes PKK'î ne", li ser vê îxbarê bi biryara dadgehê bi ser vê navnîşanê de girtine. Piştî îxbar bê bingeh derket, pirtûk û rojnameyên li buroyê wekî delîla sûc hat dîtiin. Hat diyarkirin ku pirtûkên di pirtûkxaneya buroyê de hatine desteserkirin, pirtûkên ku firotin û belavkirina wan qedexe ne, wekî delîla sûc hat nîşandan. Rojanameya Azadiya Welat a her hejmara wê diçe ber destê dozger û bi awayekî qanûnî tê derxistin, li ser 70 hejarên ku lêlilîn hatin kirin, bi îdiaya "Propagandaya PKK û KCK'ê kiriye û di bin serweriya wan de weşanê dike" wekî delîla sûc hat dîtin.

 

Girtina 2 meh şûnde delîla sûc e

 

Di îdianameyê de hat gotin ku rojnamegerên ku hatin binçavkirin, di parastinên xwe de piştrastkirin ku ew belavkarên rojnameyê ne, li ser belavkarên rojnameyê agahiyên aboneyên Azadiya Welat hatine dîtin. Rojnameya Azadiya Welat a di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat girtin, piştî 2 mehan serdagirtina buroyê pêk tê, girtina rojnameyê jî wekî delîla sûc hat dîtin. Dozger belavkirina rojnameyê, pirtûk û rojnameyên kevin ên li rojnameyê hatin desteserkirin hemû weşanên qedexekirî dît û wekî weşanên rêxistinê pênase kir.

 

Çi bûbû?

 

Yekane rojanameya bi zimanê kurdî Azadiya Welat bi hinceta "Li dijî ewlehiya neteweyî gef e" di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi biryara KHK'ê hat girtin. Di 28'ê Tabaxa 2016'an de jî polîsan bi ser buroya rojnameyê de girtibû û 24 xebatkarên rojnameyê hatibûn binçavkirin. 13 ji wan serbest hatibûn berdan, 11 rojnamegerên 9 rojan di bin çavan de man ew derxistin Edliyeya Amedê, 9 jê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, Arap Turan û Ferît Toprak bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Li ser itirazan Toprak û Turan serbest hatin berdan.

 

24 xebatkarên çapemeniya azad ên der barê wna de doz hatiye vekirin navên wan wiha ne: Ahmet Kizilay, Ahmet Boltan, Veysî Altin, Ercan Yeltaş, Mehmet Aydin, Mehmet Emîn Aygun, Azîme Tarhan, Sureyya Dal, Berhudan Tulpar, Mehmet Huseyîn Şahîn, Cengîz Arslan, Ziyan Karahan,  Ceylan Îpek,  Pusat Bulut, Yasemin Sayin, Serdal Polat, Zeynep Îzgî, Hayat Yilmaz, Mehmet Emîn Kaya, Mecrum Tekol, Îbrahîm Bayram, Engîn Ozelçî Arap Turan û Ferît Toprak.