‘Ji dervey koma PDK’ê wê komên Kurdî vegerin Bexda’

32

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Rengîn Ebdullah diyar kir ku PDK’ê bi fermî diyar kiriye ew na vegerin Bexda û got; “Me parlamenterên din biryar daye ku sibe vegerin Bexda û tevlî runiştina Parlamentoya Iraqê bibin. Hewl bidin parastina mafê Kurd a di projeyasaya bûdce ya 2018’ê de bikin.”

 

Rengîn Ebdullah wiha dewam kir; “Em bi tenê nikarin tiştek bikin. Divê şandek taybet û bi ezmûn ji herêmê biçe Bexda û li ser kêmaniyên para Kurdan di bûdceya 2018’ê de guftûgo bike. Pêş proje li parlamentoyê bê guftûgo kirin, para Kurdan bê duristkirin. Heya niha Ebadî pêşwazîkirina li şandek Kurdan ne aniye ziman. Ji bo pêşwazîkirina şandê jî merc ewe ku encama referandûmê bê betalkirin. Ev jî mercek girane. Niha li Bexda guftûgo heye ku ev merce bê rakirin û guftûgo destpê bike.”

 

Li ser şandina mûçeyê meha Mijdarê yê karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, Rengîn Ebdullah got; “Zehmete Ebadî mûçeyê meha Mijdarê bişîne. Ji ber ku pirsgirêk li ser lîsteya mûçexwerên herêmê heye. Heya ku lijneyek a Wezareta Darayî ya Iraqê yan jî hikûmeta Iraqê lîsteyê lêkolîn neke, Ebadî naxwaze mûçe bişîne.”

 

(rn)