Jinan li dijî pêşniyar qanûna Iraqê banga bilindkirina têkoşînê kirin

45

 

 

MARÎ BEKIR / SILÊMANÎ

Îro rêxistina CDO bi hevkariya Navenda Metro ( Parastina Mafê Rojnamevanan) û bi beşdariya gelek rêxistin û çalakvanên parêzvanên mafê jinan çalakiyeke nerazîbûnê li navenda rêxistina CDO ya bajarê Silêmaniyê lidarxistin.

 

Di çalakiyê de daxwaznameyek bi navê hemû rêxistinên dijî ev pêşniyar qanûna di derbarê qanûnên medenî yê Iraqê de hate xwendin. Daxwazname ji aliyê Rubar Xalid ve hate xwendin û di têde hate gotin: “Em vê pêşniyar qanûnana ji bo zewaceke derveyî dadgehê red dikin û piştgiriya jinên demokrasîxwaz û wekhevîxwaz dikin. Eger ev pêşniyar qanûn were qebûlkirin evê bibe şikesteke din ji bo tevgerên jinan ku ev zêdetirê nîv sedsale ji bo vêya têdikoşin."

 

 

Parlementera Iraqê û her wisa endama komîsyona jinan li parlementoyê Rêzan Şêx Dilêr jî axaftinek kir û ji tevahî jinan û saziyên civaka sivîl xwest ku hewldan û zextên xwe zêde bikin da ku di rûniştina parlementoyê ya werê de ev pêşniyar qanûn were betal kirin û neyê pesend kirin.

 

 

 

Bi navê Meclîsa Bilind ya Jinan (Xaniman) Emel Cemal jî di çalakiyê de axaftinek kir û got: “Divê ji bo betalkirina vê pêşniyar qanûnê, em qanûnên navnetewî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) esas bigirin ku destûra bingehîn a Iraqê esas girtiye.”

 

 

Emel Celal her wisa got: “Emê hewl bidin ku zexteke navnetewî bi rêya sefaretan û hemû aliyên pêwendîdar li ser parlementoyê çêbibe.”

 

Roja 30.10.2017’an de parlementoya Iraqê bi hevkariya çend hezên îslamî pêşniyar qanûnek ji bo guhertina qanûnên medenî derxist û her wisa wê pêşniyar qanûnê di parlementoyê de xwendin. Hinek xalên vê pêşniyar qanûnê bû sedema nerazîbûna gelek parlementeran û rûniştinê terk kirin.

 

Li gorî vê pêşniyar qanûnê temenê zewacê ji 18 dadixîne heya 9 salî û jin ji mîras bêpar tê hiştin.