Li Asosê piştî topbarana Îranê tevgera balafirên keşfê

43

ROJNEWS / ASOS

 

Li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê liv û tevgera balafirên keşfê yên Îranê berdewam e. Rejîma Îranê îro serê sibê jî çiyayê Asos topbaran kiribû.

 

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatinî girtin, artêşa Îranê di bin navê "tetbîqatê" li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tevgera xwe berdewam dike.

 

Artêşa Îranê, îro saet 10.00'an çiyayê Asos, yê dikeve navbera bajarê Serdeşt û Şarbajar a navçeye Silêmaniyê topbaran kiribû. Niha jî li herêmê liv û tevgera balafirên keşfê berdewam e.

 

Piştî topbarana îro, hinek malperên Başûrê Kurdistanê îdîa kiribûn ku çiyayê Asos ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatine hatiye bombebaran kirin. Lê belê çavkaniyên herêmî ji bo RojNewsê diyar kiribûn ku çiyayê Asos aliyê rejîma İranê ve hatiye bombebaran kirin.

 

Hêjayî gotinê ye, çend roj beriya niha dîsa liv û tevgera balafirên rejîma İranê li ser çiyayê Asos çêbûbû û piştre jî herêm ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatibûn bombebaran kirin.