Li Hewîceyê gorên komî hatin dîtin

25

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li balafirgeha navçeya Hewîce ya girêdayî Kerkûkê, çend gorên komî hatin dîtin. Li ser beşek ji wan cenazeyên di gorên komî de hatine dîtin cilên sivîl û li ser beşekê jî cilên leşkerî hene. Tê texmînkirin kesên di gorên komî de, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin.

 

Hat diyarkirin ku li ser vegotinên welatiyên Hewîceyê ev der hatine vekirin û gorên komî hatine dîtin.

 

Nehat diyarkirin bê di van gorên komî de çend cenaze hene.

 

Par ajansa Nûçeyan a Associated Press di raporeke xwe de ragihandibû ku li Iraqê heya niha 72 gorên komî hatine dîtin ku wisa tê texmînkirin, di wan gorên komî de bi hezaran cenazeyên kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin hene.