Li Navenda Katalonyayê ji bo girtiyên siyasî meşeke bi heybet

48

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li navenda herêma xweser a Katalonyayê, Barselona duh meşeke bi heybet bi tevlîbûna 750 hezar kesî hat lidarxistin. Xwepêşandêran ji bo siyasetmedarên girtî yên di îlana serxwebûna Katalonyayê de rola wan hebû bên berdan dirûşm qîr kirin.

 

Serokê berê yê rêveberiya xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont ê li Belçîkayê peyameke bi dîmen ji bo çalakiyê şand. Pûîgdemont bang li alîgirên serxwebûnê kir ku qadan terk nekin.

 

Lîderê Katalan ji ber der heqê wî de biryara girtine heye, nikare vegere welatê xwe û ji hevalên wî 8 kes piştî rûniştin a dawî ya dozê careke din şandin girtîgehê.

 

Piştî 1’ê Cotmehê rêveberiya Katalonyayê serxwebûn îlan kiribû, Hikûmeta Navendî ya Spanyayê meclîsa xwecihî ya Katalonya fesh kiribû.