Li Silêmaniyê operasyona madeyên hişber

25

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

Îro Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê ya beşa têkoşîna bi madeyên hişber re, daxuyaniyeke çapemeniyê di derbarê xebatên li dijî madeyên hişber de da.

 

Rêveberê Asayişê yê beşa têkoşîna bi madeyên hişber re Emîd Celal Emîn di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: “Piştî ku me agahî di derbarê hebûna madeyên hişber de girt, me dest danî ser du milyon hebê Tramadol û 10 kîlo tiryak. Me ji bo van madeyên hişber jî 5 kesan binçavkir û her wisa me wana da dadgehê. Ew kesên ku hatine binçavkirin tev jî xelkê Silêmaniyêne.”

 

 

Emîn bi berdewamî wiha got: “Îsal hêzên me karîn 190 kesî bi tawana bazirganîkirina bi madeyên hişber binçav bike. Lê, par 210 kes ji ber vê sedemê hatibûn binçavkirin. Li gorî lêkolînên me bazirganiya madeyên hişber û bikaranîna wê li gorî par kêmtir bûye.”