Mamosteyên Kelar: Emê girseyîtir dakevin qadan

22

BOTAN GERMIYAN / KELAR

Îro saet 11:00’ê beriya nîvro mamosteyên nerazî yên bajarokê Kelarê yên ser bi îdareya Germiyanê, bi armanca piştgirî dayîna daxwazên mamosteyên nerazî yên bajarê Silêmanî û bajar û bajarokê din, li ber avahiya rêveberiya perwerdeya Kelarê kom bûn û daxwaznameyek xwendin.

 

Endamê Desteya Mamostayên Nerazî yê Kelarê Mihemed Elî daxwaznameya mamosteyên nerazî xwend û got: “Ev sê sale em bi berdewamî ji bo birîna miaş hawar û nerazîbûna xwe digihînin rêveberiya vir ya şikestxwarî. Lê dûr li hemû berpirsyariyên îdarî û exlaqî û neteweyî, ti nirxek nedane daxwaz û ev zextên medenî.”

 

 

Daxwaznameya mamosteyan wiha berdewam kir: “Herçend hemû berpirsyarên hizban û desthilat guh nadin daxwazên me jî lê, dîsa jî emê daxwazên xwe yên rewa bînin ziman. Divê hikûmeta herêmê di demeke herî zûde  ji Iraqê deyn bike ku miaşê mamosteyan û karmendan bide. Em piştgiriya helwesta mamosteyan dikin ku êdî berê daxwazên xwe daye Iraqê.”

 

 

Daxwaznameya mamosteyên Kelarê wiha bi dawî hat: “Em dûbare ji bo hikûmetê û welatiyan dibêjin ku em dest ji maf û daxwazên xwe yên rewa bernadin. Emê pişgiriyê bidin mamosteyên bajar û bajarokên din û bi girseyîtir dakevin qadan.”