Serokê Koma Goran û Komela Îslamî tevlî civîna hikûmetê nabin

29

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Çavlirê ye îro saet 02:00’yan piştî nîvro li avahiya Desteya Wezîran a herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, bi beşdariya Serokwezîrê Hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî, li gel serokên komên partiyên Başûr li Parlamentoya Herêmê Kurdistanê dicive.

 

Serokê koma Partiya Sosyalîst Demokratîk yê Kurdistanê Ebdullah Hacî Mehmûd ji ajansa me re ragihand: “Civîna îro ji bo guftûgokirin û parvekirina fikrê xwe der barê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye. Her wisa ji bo pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de werin çareserkirin divê rêyeke çawa were şopandin jî dê were destgirtin.”

 

 

Serokê Koma Komala Îslamî ya Kurdistanê Merwan Gelalî jî got: “Em beşdarî civîna îro nabin. Ji ber em wisa difikirin ku ti feydeyeke xwe wê nebe. Di civînên wisa de wê serokwezîr û alîkarê wî saetek diaxivin û paşê jî du deqe mafê axaftinê didin  serokê koman.”

 

 

Gelalî got ku wan ji hikûmetê re gotine ku dikarin weke koma Komela Îslamî cuda li gel hikûmetê kom bibin û fikrê xwe bi berfirehî bi hikûmetê re parve bikin lê, beşdarî vê civînê nabin.

 

Serokê Koma Tevgera Goran li parlamentoya herêma Kurdistanê Birzo Mecîd jî derbarê civîna îro were kirin de li ser rûpela xwe ya taybet ya Facebookê ragihand: “Em weke koma Goran beşdarî civîna îro nabin. Em wisa difikirin ku hikûmet di mijara pêşî lê girtina qeyranan û çareserkirina wê de jî.”

 

 

Mecîd her wisa got: “Niha ev hikûmet nikare vê qonaxa hestyar derbas bike. Lewma me daxwaza pêkanîna hikûmeteke demkî kiriye, ji bo birêvebirina vê qonaxê û ji bo li ser esasê berjewendiyên gel ev qonax were derbaskirin. Divê beriya her tiştî pêwîstiyên jiyanî yên gel were dabînkirin û parastina desketiyan were kirin.”