Şervanê YBŞ’ê Şoreş Sîba hat bîranîn

30

 

 

MAHABAD SEYÎD / NEDÎMA ŞEMO / ROJNEWS / ŞENGAL

 

 

Şervanê YBŞ’ê Xidir Meto Kirtov ê bi nasnav Şoreş Sîbo yê 3’yê Adarê di êrîşa çeteyên girêdayî PDK’ê ya li hember Xanesorê bi 8 hevrêyên xwe re tevlî karwanê şehîdan bû, li Şengalê bi girseyî hat bîranîn.

 

Ji bo Şervanên YBŞ’ê yên 3’yê Adarê di êrîşa çeteyên girêdayî PDK ‘ê ya li hember Xanesorê de jiyana xwe ji dest dan, li Şengal û bajarokên wê merasîmên bîranînê tên lidarxistin. Li ser vî esasî ji bo şervanê YBŞ’ê Şoreş Sîba jî bi tevlîbûna gelek welatiyên Şengalê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

 

                             (ŞEHÎD ŞOREŞ)

 

Merasîma bîranîna ji bo şervanê YBŞ’ê Şoreş Sîba ya bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir, di konê bîranînê de alên YBŞ-YJŞ’ê, wêneyên şervanên YBŞ ‘ê yên li Xanesorê şehîd bûn hatin daliqandin.

 

Yek ji hevalên têkoşînê yê şervanê YBŞ’ê Şoreş Sîno, Canpolat Can di merasîma bîranînê de behsa jiyan û têkoşîna Şoreş Sîba kir û got: “Şehîd Şoreş hevalekî ku hem di şerê xwe hem jî di hevaltiya xwe de pir xurt bû. Ti carî pişta xwe nedida hevalên xwe. Bi fedakartî û kenê ser rûyê xwe timî moral dida derdora xwe.

 

Can di dawiya axavtina xwe de jî sersaxî ji malbata şehîd Şoreş û hemû gelê Kurd re xwest û diyar kir ku ew ê ti carî xwîna şehîdan li erdê nehêlin, heya dawiyê jî ji bo gelê xwe şer û têkoşînê bidin meşandin.