‘Serxwebûn ne şert e, xwerêveberiyeke weke Rojava jî dibe’

42

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

 

Mamostayên Zanîngeha Helebceyê, girîngiya neteweyî û rêyên çareserkirina pirsgirêkên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet jî li Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me Rojnews’ê re nirxandin û lidarxistina Kongreya Netewî jî weke rêya yekane ya çareseriyê dibînin.

 

Mamostayê Zanîngeha ji beşa Zanistên Civakî ya Helebceyê Hoşmend Eta, têkildarî mijarê got: “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û ji destdana nîvî zêdetir xaka Başûrê Kurdistanê derket holê ku siyaseta rêveberiya Başûrê Kurdistanê li gel welatên derve derew e. Tenê li ser esasê berjewendiyên hizbî û şexsî bû. Ji  bo çareserkirina van pirsgirêkên niha li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê, pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî û her wiha bi lidarxistina Kongreya Neteweyî heye. Ji ber em tenê dema yekgirtî bin dikarin li dijî komployên dijminên gelê me rawestin.”

 

‘Divê partî ji bo berjewendiyên gelê Kurd hevdu bigirin’

 

 

Eta di dewama axaftina xwe de wiha got: “Çawa gerîla, şervan û pêşmerge li dijî dijminên me di heman  çeperê de têkoşiyan û êrîş têk birin, pêwîst e partiyên çar parçeyên Kurdistanê jî ji bo berjewendiyên gelê Kurd hevdu bigirin û têkoşîna xwe di çarçoveya yekîtiya neteweyî de rêxistin bikin.”

 

Mamosta Hoşmend Eta, anî ziman ku dûrbûna siyasî ya di navbera piraniya partiyên çar parçeyên Kurdistanê de heye tenê dikare bi Kongreya neteweyî were derbaskirin, partiyan nêzî hev bike û got: “Di vî alî de hewldaneke zêde jî hatiye dayîn û heta astekê jî serkeftî bûye. Lê, komploya navdewletî ku her timî ji bo têkbirina doza Kurd hewl dide, niha ji her demê zêdetir pêwîst e KNK hewldanên cidîtir bide ku yekîtiya neteweyî pêk were.”

 

‘Li Rojhilata Navîn herî zêde gelê Kurd zerar dîtiye’

 

 

Mamostayê Zanîngeha Helepce beşa Zanistên Civakî, Osame Eşref jî di vê der barê de axivî û got: “Gelê ku herî zêde li Rojhilata Navîn zerer dîtiye gelê Kurd e. Bi taybet ji ber lihevkirin û peymanên di navbera dewletan de ji bo dabeşkirina xaka me pêk hatine zerar daye gelê me. Niha jî ew welatên dijminê hev jî ji bo projeya yekîtiya neteweyî têk bibin, hevdu digirin. Lewma divê Kurd jî eger heya niha nakokî û şerek di navbera partiyan de hebe jî,  divê li dijî dijmin hevdu bigirin û li dijî komployan jî rêya yekane ya çareseriyê lidarxistina Kongreya neteweyî ye.”

 

Eşref bi berdewamî wiha got: “Yekîtiya neteweyî bi hevgritina hêzên leşkerî, sivîl û hêzên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê pêkan e. Dema DAIŞ metirsî ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê çêkir, me dît ku şervan, gerîla û pêşmergeyên li çar parçeyên Kurdistanê di heman çeperê de parastin kirin û çete têk birin. Ev jî nimûneya herî baş bû ji bo hêzên me yên siyasî ku ew jî bi vî awayî bikin û berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî.”

 

Mamosta Osame Eşref axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Ne şert e Kurd daxwaza serxwebûnê bikin, dikarin weke rêveberiyên Rojavayê Kurdistanê jî hemû mafên xwe biparêzin.”