Altûn: Li dijî kapîtalîzma global divê em demokrasiya global ava bikin

35

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn di beşa duyemîn a hevpeyvîna ku duh dabû ajansa ANF’ê de feraseta PKK’ê ya ji sosyalîzmê re, têkoşîna PKK’ê ya li dijî hêzên emperyalîst dide meşandin û paradîgmaya nû ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand.

 

Altûn di vê beşa duyemîn a hevpeyvînê de diyar kir ku li cîhana rojava gelek hêz hene ku ew dikarin wan weke dijberê sîstemê bibînin û got, "Di warê dîrokî de gelek hêz û tevgerên ji bo azadiyê têkoşiyan hene. Di roja îro de jî ev hêzên navborî dijberên sîstemê ne, lazim e mirov vê bibînin. Wekî din, Latîn Amerîka jî navendeke girîng e. Dema ku mirov rewş û bûyerên ji dema keşifkirina parzemîna Amerîkayê û vir ve qewimîn binirxînin, bi taybetî gava mirov şerê gerîla yê piştî salên 60'î derket û li ser xeta sosyalîst li rewşê binerin, mirovê bibînin ku qadeke girîng a têkoşîna şoreşgerî ye. Lê her du cih jî di heman demê de herêmê bi pirsgirêk in."

 

‘Xeta azadiyê veguherî reel sosyalîzm’

 

Altûn anî ziman, ku ew kîjan hêza li rojava binirxînin, dikarin rexneyeke xurt lê bikin û işaret bi rewşa sed û pêncî salî ya Marksîzmê kir. Altûn bi bîr xist ku encama ji vê rewşê derketiye holê rêl sosyalîzm e û wiha dewam kir: "Di dawiya dawî de xeta azadiyê veguherî reel sosyalîzmê û weke xwîna teze sîstem xwedî kir. Girîng e ev pozîsyona wê bibe mijara lêpirsînê. Bi nêrîna rêl sosyalîst mirov ne dikare xwe bigihîne asta xeteke azadîparêz û ne jî dikare xeta azadiyê ya derketiye holê rast bibîne û li cem wê cih bigirin."

 

‘Bi amûrên kapîtalîzmê sosyalîzm pêk nayê’

 

Riza Altûn destnîşan kir ku heman rewş ji bo Latîn Amerîkayê jî derbas dibe û got, Latîn Amerîka bi rastî jî herêmeke ku di serdemên gelekî dîrokî re derbas bûye.

 

Altûn ragihand ku li gel vê yekê jî di mijara nirxandina meseleyê de pirsgirêkên xwe yên cidî heye û ev tespît kir:

 

‘Pîvanên bingehîn ên antî kapîtalîzmê hene’

 

"Sermeselê; yên bi navê sosyalîzmê tevdigerin nekarîne rêl sosyalîzmê ji ser xwe biavêjin. Mirov bê hêsanî dikarin vê tespît bikin. Ji xwe, heta ku nêzîkatiya dewletparêziya netewe û nêzîkatiya desthilatdarîparêziyê ji xwe re esas bigirin, bi ti awayî nikarin xwe bigihînin xeta rast a sosyalîzmê. Di nêrîn û pratîka hêzên dijberê sîstemê yên li Ewropa û Latîn Amerîkayê de, pirsgirêka bingehîn di vir de ye. Bi vî rengî li meseleyê dinerin: Dibêjin 'Yê li dijî sîstemê ye, ew antî-kapîtalîst e'. Pîvanên bingehîn ên antî-kapîtalîzmê hene. Welat hene ku kapîtalîzm û emperyalîzmê temsîl dikin û ev dijmin in. Xwe vegirtina ji van hêzan weke nêzîkatiya bingehîn dibînin. Ji wan heye ku azadî jî ev e. Di nava şaşitiyeke bi vî rengî de ne. Halbûkî dema mirov li jiyana wan dinerin, dibînin ku ew bi xwe kapîtalîzmê, emperyalîzmê dijîn. Li mala wê, li bajarê wê, li nava desthilatdariya wê, li nava nasnameya wê, li marketa wê dijîn. Yanî di jiyana rojane de heta bi qirika xwe di nav de ne, lê di nêzîkatiya îdeolojîk de jî mîna ku azadîparêz e tevdigerin. Di vir de şaşitiyek heye. Ji xwe pirsgirêka rêl sosyalîzmê jî ev e. Di nava nêzîkatî û korbûnekê de ne, ku ji wan heye dikarin bi amûrên bingehîn ên kapîtalîzmê, sosyalîzmê ava bikin."

 

‘Dijberiya li Amerîkayê nayê wateya dijberiya li emperyalîzmê’

 

Altûn ku yek ji damezrînerên PKK'ê ye anî ziman, ku li hemberî xeta ku li Latîn Amerîkayê dixwaze ji bo demokrasiyê têbikoşe, li dijî emperyalîzmê têbikoşe ti îtiraza wan nîne û diyar kir ku li gel vê yekê jî divê nuqteya ku ew gihîştinê jî were dîtin.

 

Altûn da zanîn, ku bi navê têkoşîna dijî emperyalîzmê re bi bandora rêl sosyalîzmê bêyî ku hay jê hebin ketin rewşeke dij bi Amerîkaniyê.

 

Altûn got, "Bi dîtina min di vir de şaşitiyeke mezin heye. Pêwîste lêpirsîn bê kirin ku nêzîkatiya rêl sosyalîst a li Latîn Amerîkayê bi rastî çiqasî dij bi emperyalîzmê ye. Lê eşkere ye ku antî Amerîkanî ne. Dijberiya li Amerîkayê nayê wateya dijberiya li emperyalîzmê. Amerîka emperyalîst e. Nîşandana helwesta li hemberî emperyalîzma Amerîkayê bêguman pêkane. Lê belê antî-emperyalîstbûn tiştekî cuda ye. Antî-emperyalîstbûn tê wateya dijberiya li sîstema cîhana emperyalîst, dijberiya li hegemonya cîhana emperyalîst, dijberiya li navendên hegemonîk ên jêrîn ên emperalîst. Gotina 'ez li dijî Amerîkayê me' tiştekî îfade nake. Nuqteya ku Latîn Amerîka ketiye navê, ev e."

 

‘Antî-Amerîkanî ti carî Latîn Amerîka bi ser nexist’

 

Riza Altûn destnîşan kir ku mejiyê 'emperyalîzma dest nade min bila hezar salî bijî, mejiyekî rast nîne' û got, "Emperyalîzm çavkaniyeke bingehîn e ku xwe li navendên cuda bi rêxistin dike. Heta ku mirov ne li dijî hemûyan be, nikare yekê jê têk bibin. Ji ber vê yekê, antî-Amerîkanî ti carî Latîn Amerîka bi ser nexist. Ji ber ku ev yek nekarî veguherîne antî-emperyalîzmê, nikare bi ser bikeve. Lewma tevî ku di têkoşîna dijî Portekîz û Spanyolan de çepereke bi dest xist jî, nekarî xwe ji têkiliya girêdaniya bi wan re rizgar bike."

 

‘Di ser înkarkirina Kurdan re veguherîn Netewe Dewletê’

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn da xuyakirin ku dema ew li feraseta antî-emperyalîst a li Latîn Amerîkayê dinerin, dibînin ku bi bi giranî hêzên li dijî Amerîkayê şer dikin weke hêzên antî-emperyalîst qebûl dike û bi wan re têkiliyê datîne.

 

Altûn di vî warî de mînaka Kurdistanê da ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin û wiha dewam kir: "Dema ku mirov ji Latîn Amerîkayê dinerin, ev rastî nayê dîtin. Hêzên kapîtalîst-emperyalîst ên sîstema mêtinger a li Kurdistanê bi hev re ava kirin û hêzên noker ên hevkarê wan, weke hêzeke hevgirtî nayê nirxandin. Yek ji rejîmên Îran, Sûriye, Tirkiye ya jî Iraqê, dema ku ji ber berjewendiyeke rojane bi rejîma DYA re bikeve nava kokiyê, ev hêza mêtinger yekser weke antî-emperyalîst tê nîşandan. Qirkirinên ku van rejîman li Kurdistanê kirine, nayên dîtin. Pêwîste ev nêrîn bê guhertin. Sîstema dewletên cîhanê bi giştî sîstemeke kapîtalîst, emperyalîst û mêtinger e. Nakokiyên van ên bi hev re, nabe ku weke antî-emperyalîst were nirxandin.

 

Sermeselê; desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê tevî ku desthilatdariyeke mêtînger, faşîst û olperestiya tund e, car carna ji ber nakokiyên xwe yên bi Amerîkayê re mîna antî-emperyalîst hatiye destekkirin. Lê belê karakterê mêtingeriyê yê vê û pêwendiya xwe ya bi emperyalîzmê re nehatiye dîtin."

 

Altûn ragihand, nêzîkatiya li partiyên Baasê jî bi heman rengî ye û got, "Wextekê partiyên Baas guzîdeyên desthilatdariyên şoreşger ên li Latîn Amerîkayê bûn. Her kes pê zane ku partiyên Baasê rewşa herî nebaş, herî kapîtalîst û herî emperyalîst a netewe dewletiya Ereb û neteweperestiya Ereb in. Ji ber ku ev partî bi giranî nêzî bloka Sowyetê disekinin û car carna bi Amerîkayê re nakok bûn û dijminatî li Îsraîlê kirin, weke antî-emperyalîst hatin dîtin. Ev nêrîn felaket e."

 

Riza Altûn diyar kir ku heman rewş ji bo Îranê jî derbas dibe; "Îran welatekî olperest ê tund e ku bi giranî mezhebeke Îslamê esas digire. Rêxistinbûna xwe ya heyî ji sîstema cîhana kapîtalîst cuda nîne. Têkiliya xwe ya bi emperyalîzmê re xurt e. Ji ber nakokiyên xwe yên bi Amerîkayê re Îran li Latîn Amerîkayê weke hêzeke antî-emperyalîst hate dîtin. Ev nêzîkatî, nêrîna bi pirsgirêk a antî-emperyalîst a li Latîn Amerîkayê radixe pêş çavan."

 

‘PKK'ê dest ji sosyalîzmê bernedaye’

 

Altûn diyar kir ku li şûna lêpirsîna li rêl sosyalîzma jihevketî û bi navê beşên civakî û gelên bindest avêtina gavekê ji nava vê rewşê, lêpirsîna hêzên ku dixwazin ji vê jihevketinê derkevin, nêzîkatiyeke bi pirsgirêk e.

 

Altûn got, "Di vir de mebesta me lêpirsîna li naveroka pêngava derketina ji vê rewşê û hewldana fêhmkirina wê nîne. Mebest ji vir, esasgirtina rêl sosyalîzma jihevketî ye. Mebest ji vê; dîtina rêl sosyalîzmê weke sosyalîzmê ye. Beriya her tiştî bi esasgirtina rêl sosyalîzmê re ne pêngavên nû ji aliyê sosyalîstbûnê ve dikare bê lêpirsîn, ne jî sosyalîzma rastî dikare bê avakirin. Guhertina paradîgmayî ya PKK'ê ji aliyê cehwerî ve xwe naspêre redkirina sosyalîzmê. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Di vir de rexnekirina nêzîkatiyên siyasî, felsefî û îdeolojîk ên rêl sosyalîzmê heye. Hewldaneke ku sosyalîzm li ser bingeha azadîparêzî, wekhevîparêzî û demokratîk ji nû ve bê pênasekirin û ji nû ve were avakirin. Ji ber vê yekê PKK'ê dest ji sosyalîzmê bernedaye. Berevajî vê yekê, rexneya rêl sosyalîzmê bi taybetî tevgerên dijberî sîstemê dike û sosyalîzmeke nû ava dike. Têgînên li ser vê bingehê bi kar tîne jî, têgînên li ser rexnekirina rêl sosyalîzmê hatine destnîşankirin e. Girîng e ev têgîn weke têgînên azadîparêzî, wekhevîparêzî û demokratîk ên sosyalîzma nû werin dîtin. Şerê niha li Rojhilata Navîn diqewime û têkiliyên li ser vê bingehê tên danîn, nabe ku bi rewşa îdeolojîk werin vegotin. Ev bi giranî li gorî rewşa polîtîk e."

 

‘PKK sosyalîzmê li ser zanistiya civakî ya nû û rast ji nû ve ava dike’

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn anî ziman ku PKK bi guhertina paradîgmayî re bersivê ji pirsan re diafirîne û sosyalîzmê jî li ser bingeha zanistiyeke civakî ya rasteqîn û nû ji nû ve ava dike.

 

Altûn got, "Ev yek qutbûna ji sosyalîzmê nîne. Ev yek, bi awayekî gelekî rast nirxandina rêl sosyalîzma têkçûyî, bi nêzîkatiya paradîgmayî re ji nû ve pênasekirineke rast a sosyalîzmê ye. Hemû hêzên antî emperyalîst, hêzên sosyalîst, azadîparêz û tevgerên li dijî sîstemê yên li gelemperiya cîhanê, heta ku xwe lis er vê bingehê nenirxînin, nikarin bi pêş bikevin."

 

‘Neteweya demokratîk formê rastî yê neteweyê ye’

 

Di dewama hevpeyvînê de Altûn rê û rêbazên çareseriyê, her wiha sîstema ku herî baş li Rojhilava Navîn tê nirxand.

 

Di vê çarçoveyê de Altûn got, "Netewe formeke civakî ye. Di nava vê formê de em qala civakeke ji gelek çand, bawerî û nêrînan pêk tê, dikin. Civak ji cihêrengiyan pêk tê. Civak ji yekîtiya cihêrengiyan pêk tê. Netewe jî weke hevpara hevgirtina cihêrengiyan dikare bê pênasekirin."

 

Altûn da xuyakirin, ku demokrasî di cewhera civakê de heye û girîng e civak jî bêyî xisar li vê rewşa wê ya demokratîk were kirin, bê pênasekirin.

 

Altûn got, "Neteweya demokratîk forma avakirina civakê li ser bingeha demokratîk e. Neteweya demokratîk, şêweyê rastî yê netewebûnê ye. Her civakîbûn û avabûna ne demokratîk bi pirsgirêk e û li xwezaya civakê nayê. Timî rê li ber şîdet û şer vedike. Hemû pêkhateyên civakî yên neteweyê pêk tînin, ancak li ser bingeheke demokratîk bi sîstema rêveberiyeke demokratîk û siyaseta demokratîk dikarin li gel hev bên hiştin. Demokrasî rejîmeke bêhempa ye ku ji bo xweîfadekirin, birêxistinkirin û xwerêvebirina her kesî, derfetên mezin dide.

 

Dema ku mirov ê yekê bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn dinirxînin, derdikeve holê ku hê bêhtir girîng û jiyanî ye. Ti civaka li Rojhilata Navîn yekjimar nîne. Civakên Rojhilata Navîn timî di zikhev de ne. Nepêkane ku civak ji aliyê olî, mezhebî, nasnameya etnîkî û çandî ve ji hev bên cihêkirin. Dibe ku qadên serweriya çandî ya civakan bi pênaseyeke civakî dikare bê nirxandin û rêkûpêkkirin. Lê belê welê jî be, ti carî nabe yek netewe. Wê wextê têgîna herî rast a civakî ku li rastiya Rojhilata Navînt ê, têgîna neteweya demokratîk e."

 

‘Paradîgmaya sosyalîzma nû ya Rêber Apo ji bo her kesî ye’

Altûn diyar kir, ku ew qala paradîgmayeke nû dikin û anî ziman, dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paradîgmaya nû destnîşan kir, ev yek li ser rexnekirina rêl sosyalîzmê destnîşan kir.

 

Altûn destnîşan kir, ku Rêberê PKK’ê paradîgmaya nû ya sosyalîzmê ava kir û got, "Divê ev paradîgma weke paradîgmayeke tenê ji bo rêxistinekê neyê dîtin. Gelek hêz her tim dikarin vê paradîgmayê li gorî herêma xwe binirxîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi kar bîne. Di vir de jî rewşeke gerdûnî derdikeve holê. Yanî ev paradîgma ne tenê ji bo Kurdan ne, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn e. Divê weke rewşeke ku dikare li her devera cîhanê bê bikaranîn were dîtin. Lewma gelek hêzên li Rojhilata Navîn bi vî rengî nêzîk dibin. Weke mînak, dema mirov li Rojava dinerin; li Rojava hêzên PYD, YPG-YPJ derketin holê. PYD, YPG niha bi giranî li ser pirsgirêkên Kurdên li Sûriyeyê disekinin. Lê belê xwe tenê bi Kurdan bi sînor nakin. Ji aliyê esasî ve hewl didin pirsgirêka Kurd çareser bikin, lê belê karakterê gerdûnî yê pirsgirêkê ji nedîtî ve nayên.

 

‘PYD-YPG hêzên PKK’yî nînin, paradîgmaya Rêbertî esas digirin’

 

Ji ber vê yekê rêxistiniya wan a ramanî û pratîk-rêxistinî gerdûnî ye. Di vir de paradîgmaya Rêbertî ji xwe re dikin rêber û li ser wê xwe bi pêş ve dibin. Yanî ew PKK'yî nînin; PYD û YPG hêzên PKK'yî nînin. Hêzên Kurd in ku paradîgmaya Rêbertî ji xwe re esas girtine. Niha li Rojhilatê Kurdistanê hêzeke din, li Başûrê Kurdistanê hêzekek din, li Bakurê Kurdistanê hêzeke din bi heman rengî nêzî paradîgmayê dibin. Her kes li se bingeha vê paradîgmayê pirsgirêka xwe ji aliyê siyasÎ, civakî, rêxistinî û pratîkî ve formule dikin û têdikoşin.

 

Em bêjin; li Bakurê Kurdistanê hêz hene ku li dijî mêtingeriya li Tirkiyeyê têdikoşin. Li Rojava YPG-YPJ hene. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî hin hêzên din hene. Ev hemû ji ber ku parêzvanên nêzîkatiya heman paradîgmayê ne, tiştekî xwezayî ye ku bi hev re di nava têkiliyê de bin. Di vir de ya esasî ew e ku paradîgma bê dîtin."

 

Altûn bal kişand ser aliyê azadiya jinê ya vê paradîgmayê û wiha dewam kir: "Jinan di nava vê paradîgmayê de azadiya xwe dîtine, nêzîkatiya sosyalîst li ser bingeha nasnameya jinê nirxandine, azadiya jinê û sosyalîzm gelekî baş kirine yek û rewşeke bi vî rengî afirandine. Vaye hûn jî dibînin, ku veguherîne hêzeke gelekî girîng. Li Bakurê Kurdistanê di şerê gerîla de jin veguherîne hêzeke mezin a azadî û rêxistinbûnê. Di şexsê YPJ'ê de veguheriyeke hêzeke ku bandorê li tevahiya cîhanê dike. Bi qasî ku pêşî li hêzeke hov a mîna DAIŞ'ê bigire, li Rojava veguherîne hêzeke îdeolojîk, rêxistinî û hêza şer. Hemû rêxistinbûnên li herêmê di vê çarçoveyê de dikarin werin nirxandin. Tevgerên ekolojîst jî li ser vê bingehê dikarin werin nirxandin."

 

‘Li dijî kapîtalîzma global divê em demokrasiya global ava bikin’

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir ku bi kurtasî divê paradîgmaya Rêberê PKK’ê Kurd Abdullah Ocalan afirand tenê weke paradîgmaya ji bo azadiya Kurdan û Kurdistanê neyê nirxandin û herî dawî got, "Kapîtalîzm niha di rewşeke krîzê de ye. Tevgerên azadîparêz ên li cîhanê gelekî ji hev belav in. Ev rewşa belawela ya tevgerên azadîparêz ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber vê yekê, ferz e ku hevkariya hêzên antî kapîtalîst, antî emperyalîst were avakirin. Divê em dorhêla xwe berfireh bikin. Li dijî kapîtalîzma global, divê em demokrasiya global ava bikin."