Azad Heme Emîn: Divê tazmînata kesên ziyan dîtine were dayîn

26

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

 

Serokê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Heme Emîn diyar kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê tazmînata kesên di erdhejê de ziyan dîtine bide.

 

Serokê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Heme Emîn têkildarî erdheja şevê din li Başûrê Kurdistanê pêk hatî ku bû sedema ziyanek mezin  ya madî û canî, diyar kir ku pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê tazmînata kesên ziyan dîtine bide.

 

 

Serokê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Heme Emîn wiha got; "Wê tîmên taybet ziyana çêbûye diyar bike û rêjeya ziyana madî derxe holê. Em ê hemû hewldanan bidin ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê tazmînata ziyana çêbûye bide. "