Balafirên şer ên dewleta Tirk li Bradûst welatiyek qetil kir

39

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, îro di saet derdorî 19:00’an de li nêzî gundê Bermêzê yê li herêma Deşta Heyatê ya girêdayî bajarê Diyana ya Başûrê Kurdistanê bombe kir û sivîlek qetil kir.

 

Di encama bomberdûmankirina wesayîta sîvlîl de, welatiyê bi navê Îmdat Osman ê ji eşîreta Bradost hate qetilkirin.