Barzanî spasiya Erdogan kir: Tirkiye di rojên teng de alîkariya me dike

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hema bêje rojek li ser erdhejê re derbas bû şûnde daxuyaniyeke çapemeniyê di derbarê erdhejê û çend mijarên din yên di rojevê de da û beriya ku sersaxiyê ji kes û karên qûrbaniyan re bixwaze û şifayê ji birîndaran re bixwaze spasiya dewleta Tirk a di her kêliyek de dijminahiya gelê Başûr û tevahî gelê Kurd dike, kir û ragihand: “Emê ji bo lêkolîna rewş û ziyanê komîsyonekê bişînin cihê erdhejê. Em spasiya dewleta Tirk dikin ku di kêliyên destpêkê yên erdhejê de ji bo alîkariyê peyam şandin.”

 

Nêçîrvan Barzanî di dewama axaftina xwede wiha got: “ Piştî erdhejê Ofîsa Serokomarî ya (Tirkiye), Wezareta Derve û Konsulxaneya Hewlêrê peywendî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re kirine demildest hevkarî şandine.Tirkiyê ji duh şev ve bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl alîkarî şandiye herêmê. Her wiha bi rêya firokexaneya Silêmaniyê ve hevkarî şandin. Ez dixwazim spasiya helwesta Serokomariya Tirkiyê bikim. Tirkiyê di rojên teng de alîkariya me dike. Tirkiye cîranê me ye û em her tim dixwazin peywendiyên me bi cîranên me re baş be.”