Bîlançoya erdheja şevê din hate eşkerekirin

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Iraqê, Sîf Bedir bîlançoya erdheja şevê din çêbû eşkere kir.

 

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de wiha tê gotin; "Ziyana erdhejê bi vî rengî bû: 321 kes li Herêma Kurdistanê, 170 kes li Parêzgeha Diyala û 44 kes jî li Kerkûkê ji ber tirs û birîndarbûnê rakirîne nexweşxaneyan."

 

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ji ber erdhejê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 321 kes jî ji ber tirs û birîndarbûnê rakirine nexweşxaneyan.