Cenazeyê kesê ji ber erdhejê ketibû Rûbarê Sîrwan hate dîtin

23

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

 

Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê cenazeyê welatiyekî şevê din ji ber erdhejê ketî Rûbarê Sîrwan de hate dîtin.

 

Berpirsê Navenda Polîsên Derbendîxan Keywan Ednan têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got; "Cenazeyê welatiyê hatiye dîtin, şevê din dema masî di Rûbarê Sîrwan digirt, ji ber erdhejê ketibû rûbar û xeniqî bû. Cezaneyê wî niha şandin Nexweşxaneya Giştî ya Derbendîxanê."

 

Ji aliyê din ve Cîgirê Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîd Tofîq Rizgar Wahîd têkildarî kesên ji ber erdhejê ziyan dîtîne ev agahî dan, got; "Li gorî daneyên herî dawî li Derbendîxan  ji ber erdhejê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 41 kes ji birîndar bûne. "