Dadgeha Sine cezayê girtîgehê yê 2 ciwanên Kurd erê kir

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Ciwanên Kurd ên bi navê Emîr Erjengî (21) û Bast Efşar (19) du li Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Îslamî ya Îranê ya Sine hatin dadgehkirin û ji bo her yekî 2 sal ceza hat birîn.

 

Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Îslamî ya Îranê ya Sine bi hinceta ciwanan alîkarî dane partiyeke Rojhilatê Kurdistanê û beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Merîwan bûne  cezayê wan erê kiriye.

 

Ev her du ciwan di meha Hezîranê de ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatibûn girtin û di meha Tebaxê de hatibûn dadgehkirin. Wê demê Şaxa Dadgeha Şoreş a Îslamî ya Îranê ya Sine 3 sal cezayê girtinê li wan birîbû û şandibûn Girtîgeha Zahîdan. Piştî nerazîbûna li hemberî vî cezayî dadgehê, ceza li ber çavan re derbas kir û duh ji bo her yekî 2 sal ceza erê kir.