DBP û TJA: Roj roja piştevaniyê ye

19

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Navenda Giştî ya Partiya Herêman Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser erdheja bi şîdeta 7.3 pileyî ku duh êvarê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê rû da, daxuyaniyên nivîskî weşand.

 

DBP'ê destnîşan kir ku ji ber rûdana erdhejê ew gelekî xemgîn in û bi bîr xist mixabin heta niha bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dane û ew bi fikar in ku hejmar zêde bibe. DBP’ê bang li tevahiya gelê kurd û bi taybetî jî li kurdên Ewropayê kir ku piştgiriya erdhejzedeyan bikin û got: "Roj roja yekîtiyê, roja hevxemiyê ye. Em êşa gelê xwe yê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji dil parve dikin. Bila rehma Xwedê li welatiyên me yên jiyana xwe dane be, ji birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin."

 

TJA: Êşa Jinên Başûr û Rojhilat êşa me ye

 

TJA’yê jî erdhejê bi bîr xist û got: “Di serî de em hemû mirovên me yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Ji ber vê karasetê em êşek xemgîn dijîn. Dê piştgirî û hevpariya me êşa me sivik bike. Di vê roja bi êş de em diyar dikin ku em li cem gelên Kurdistanê û jinan e. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku piştiveniyê ji bo gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bidin nîşandan. Serê tevahiya gelê me sax be.”