Di erdheja Derbendîxan de 5 kesan jiyana xwe ji dest da

29

 

 

DANA OMER/ DERBENDÎXAN

 

Li bajarokê Derbendîxan ji ber erdhejê 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 2 ji van welatiyan Ereb bûn, jinek û kurê wê bûn û xelkê parêzgeha Selahadîn a Iraqê ne û penaberî Derbendîxanê bibûn. Ji ber hilweşîna ew bînaya têde bûn jiyana xwe ji dest dan.

 

Ew sê kesên din ên jiyana xwe ji dest dane, yek ji ber ketina darê ku bi serê wî ket, jiyana xwe ji dest da. Herdûyên din ji ber tirsê ku krîza dil girtin, jiyana xwe ji dest dan.

 

Li ser rewşa birîndaran jî yek ji rêveberên beşa lezgîn a Nexweşxaneya Derbendîxanê Zerdeşt Osman ji ajansa me re wiha axivî; “Zêdetirê 30 birîndar hatine Nexweşxaneya Derbendîxan. Gelek birîndar ji ber hejmara zêde ya birîndaran hatine şandina nexweşxaneya Silêmanî. Her wiha ji ber di erdhejê de nexweşxaneya Derbendîxan zerer gihayê, nexweş li avahiyek din hatin bicihkirin.”

 

 

Li Derbendîxan 2 xaniyên welatiyan bi temamî rûxiyan. Di xaniyekî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û xaniyê din kes nemir.

 

Namîq Hisên ku yek ji xaniyên xerabûyî yê wî ye, wiha got; “Di vî avahî de malbatek Ereb hebû. Hejmara wan 8 kes bûn. Ji ber rûxîna xanî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê wan rêkirin parêzgeha Selahaddîn û ewên din jî li nexweşxaneyê ne.”

 

 

Hêjay gotinê ye ku bi dehan avahî jî deriz bûne û pêwîstiya wan bi çêkirinê heye. Her wiha Bendava Derbendîxan jî zererek mezin dîtiye û gelek cihên dîwarê bendavê derizîne.

 

 

 

 

 

 

 

(rn)