Di erdheja Silêmaniyê de rewşa dawî

28

 

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS

  

 

Deprema ku di nava sînorên parêzgeha Silêmaniyê de, 32 kîlometre li başûr rojhilatê navçeya Helepçeyê pêk hat de, li gorî agahiyên ku heta niha hatine bidestxistin, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ziyana madî pêk hat.

 

Li Derbendixanê kes mirin

 

 Qaymeqamê navçeya Derbedixanê Nasih Mela Hesen, diyar kir ku li navçeyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Nûçegihanên me yên li navçeyê jî ragihandin ku zêdetirî 50 birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

 

Şarezûr

 

Li navçeya Şarezur a Silêmaniyê hat gotin ku kesekî jiyana xwe ji dest daye.

 

Kelar

 

Hat ragihandin ku di erdhejê de li navçeya Kelarê kesekî jiyana xwe ji dest daye. Lê li gorî agahiyên dawî kesê jiyana xwe ji dest daye, piştî erdhejê, di qezaya trafîkê de mirî ye.

 

Helepçe, Xurmal

 

Li navenda bajarê Helepçe û navçeya wê Xurmalê hat ragihandin ku zêdetirî 100 kesan birîndar bûne. Ji ber erdhejê li Helepçe û Xurmalê sibe wekî betlaneya fermî hat îlankirin.

 

Silêmaniye

 

Li navenda Silêmaniyê heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Lê di hinek avahiyan de ziyana madî pêk hat. Li bajar liv û tevgera ambulansan zede bû û welatî jî derketin ber deriyên malen xwe.

 

Xaneqîn

 

Li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê hate gotin ku kesên birîndar hene, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Hat diyarkirin ku kes veguhestine nexweşxaneyan.

 

Kerkük: 65 birîndar

 

Hate ragihandin ku li parêzgeha Kerkukê li taxa Eskerî malek hilweşiyaye û 65 kes jî birîndar bûne.

 

Hewlêr: 58 birîndar

 

Ji Parêzgeha Hewlêrê hat ragihandin ku tu kesek jiyana xwe ji dest nedaye, lê 58 kes birîndar bûne. 

 

Şengal û Mexmûr

 

Erdgej li Şengal û Mexmûrê jî hat hîskirin, lê li van navendan windahiya can û mal çênebû.

 

Kirmanşan: 9 kesan jiyana xwe ji dest da

 

Erdhejê li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li parêzgeha Kirmanşanê bandor çêkir. Hate ragihandin ku li navçeya Qesra Şirîn a Kirmanşanê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha gelek kes birîndar bûn.

 

Erdhejê li herêmek berfireh bandor çêkir

 

Saziya Lêkolînên Jeolojî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (USGS) diyar kir ku erdgej saet di 21.18’an de li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li başûrê navçeya Helepçe ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bi şîdeta 7.2 pêk hatiye.

 

USGC’ê piştî demekê daxuyaniyek din da û pîleya erdhejê wekî 7.3 eşkere kir. Navenda erdhejê jî wekî 103 kîlometre li başûrê Silêmaniyê, 32 kîlometre jî li başûrê Helepçeyê nişan da.

 

Li çar perçeyên Kurdistanê hat hîskirin

 

Erdhejê li gelek bajarên Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê, her wiha bajarên Iraqê jî hat hîskirin.