Dr. Osman: Azadiya Ocalan wê projeya netewî pêk bîne

29

QERECOX ENWER / HEWLÊR

 

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman li ser geşedanên li Başûr, pirsgirêkên rû didin û rêya çareseriya wan, nêrînên Rêberê PKK’ê yên derbarê mijarê de, yekitiya kurdan û hwd. pirsên ajansa me bersivandin û nirxandinên girîng kirin.

 

Mehmud Osman destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze kurdan ji hev cûda bike û zorê dide Iraqê ku şerê PKK’ê bike. Lewma divê Kurdên Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê vê bikin sedema sûd ji hev girtinê û li gel hev bin.

 

Osman bal kişand ku siyaseta hêzên Başûrê Kurdistanê li dijî berjewendiyên kurdan e, lê PKK her dema ku Başûr dikeve tengasiyê xwe digihîne alîkariya wan û got: “Dema Başûr dikeve metirsiya leşkerî, PKK hêz tîne û parastina Başûr dike. Me li Kerkûkê dît gerîla şer kir û parastina wê kirin. Lê belê desthilatdarên Başûr li ser Rojava sînor girtine. Gelo ev çiqas destê neyar û dijminên Kurdan ji bo ser xaka Kurdistanê bihêz dike?

 

Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye:

 

* Hun wek siyasetmedarekî Kurd rewşa niha ya herêma Kurdistanê çawa dinirxînin?

 

Rewşa Herêma Kurdistanê ya niha xirab e. Ya rastî Tirkiye û Îran heta Bexda jî ne alîgirên çareseriya pirsgirêka Kurd in. Her tim li dijî derdikevin û heta bomberdûmanan jî dikin. Li bahaneyekî dijberî Kurdistanê digeriyan da ku zêdetir li Kurdan bidin, lewaz û biçûktir bikin. Referandum bû bahaneya wan. Pêkanîna referandûmê firsendek baş da destê wan ku tiştên dixwastin pêk bînin, bikin.

 

 

Gelek welatan jî dixwestin ku referandum pêk neyê. Ji lewma Iraqê êriş kir, Îran û Tirkiyeyê jî li dijî Kurdan hevkarî û lihevkirin çêkirin. Emerîka ronahiya kesk ji bo Bexdayê pêxist. Bi vî awayî rewşeke xirap li herêma Kurdistanê çêbû. Niha diyar e rewşa Kurdan çawa ye. Eger partiyên siyasî yên Başûr xwedî yek helwest û yekdeng nebin, gelek zehmet e ku Kurd ji vê rewşê derkevin.

 

Bexda li gel Herêma Kurdistanê diyalogê nake û naxwaze bike jî. Ji bo diyalog bê kirin, hinek şertên wan ên pêş hene. lewma pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya netewî heye, ne tenê yekîtiya partiyên siyasî yên Başûr, pêwîstî heye ku Başûr li gel kurdên Bakur û Rojhilat yekgirtî be. Ji ber ku Îran û Tirkiye dijminê wan û yê mene jî. Di vê babetê de kongreya netewî ya Kurd ji bo niha gelekî girîng e. Lê, em nizanin partiyên siyasî yên Başur wê çiqasî lihev bikin. çarşema derbasbûyî parlementoya herêmê û komên partiyan civiyan û hinek pêşniyarên baş kirin. Hêvîdarim ku van pêşniyaran pêk bînin.

 

* Çima rewş hate vê astê? Siyaseta ku partiyên siyasî esas digirin heta çi astê bû sedema rewşeke wiha?

 

Pir rehetî dikarim bêjim ku partiyên siyasî sedema bingehîn in. Heta niha herêm bi vî awayî hatiye birêvebirin, lewma pirsgirêk, gendelî zêde bûne, qeyrana aborî hebûye. Ev tev sedem in û baweriya welatiyan bi berpirsyaran kêm bûye. Pêwîst e hemû partiyên siyasî li ser tiştên ku pêk hatine lêkolîn bikin. Niha ji bo Kerkûkê hevdu tawanbar dikin. Lê divê ev rewş were lêkolînkirin da ku were zanîn kî tawanbar e.

 

Kêmasiyên berê jî girîng in. Naskirina Kurdan a ji bo Amerîka û Ewrûpa şaş bû. Li benda tiştek din bûn, lê ev rewş derket. Pêwîst e ev mijar jî were lêkolînkirin ku bikarin jê sûd werbigirin.

 

* Kurdan di dîrokê de gelek caran şikestine, aş betal bûye û destkeftî ji dest dane. Destkeftiyên Kurdan ên ku niha di dest de mane wê çawa bên parastin?

 

Bi dîtina min di destgirtina dewletê de şaşitî hate kirin. Tu her demê dikarî referandûmê pêk bînî. Lê gelo dema ku gel got, ‘belê ji bo serxwebûnê’ tu dikdarî serxwebûnê îlan bikî? Nexêr nikarî. Ji ber ku destpêkê coxrafyaya herêmê li dijî te ye, hikûmetên derdorê dijminin. Tu kengî bi Bexdayê re lihev bikî wê demê dikarî serxwebûnê ragihînî. Yan jî eger erêkirinek navdewletî hebe, dikarî pêk bînî.

 

Ji bo ku destkeftiyên niha di destê me de ne bên parastin, gotubêja li gel Bexdayê rêya çareseriyê ye. Hemû cîhan dibêje, ‘li gel Bexdayê gûftûgo bikin’. Niha Bexda hişk bûye. Lê, beriya referandûmê ne wisa bû. Pêşniyarên ku ji aliyê parlementoya Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî ve ji bo Bexdayê hatine kirin hemû ji bo Bexda başin. Hêvîdarim ku guftûgo were kirin, pirsgirêk werin çareserkirin. Lê Îran û Tirkiye gelek hemahengiyê li gel Bexdayê dikin. Amerîka jî heya astekî piştgiriya wan dike. Lewma zehmet e ku em hemû destkeftiyên xwe biparêzin. Tekane rêya çareseriyê di yekîtiya tevahî Kurdan re derbas dibe.

 

* Li gorî we rewşa di navbera Hewlêr û Bexda de wê heya kengî dom bike yan dê çareser bibe?

 

Hêvî dikim dewam neke, lê çend sedemên domandinê hene. Ya yekemîn ew e ku Îran û Tirkiye pir alikariyê didin Bexda. Heta ku ew wiha bikin, wê rewş dewam bike û Bexda wê zêdetir zextê li ser me bike. Ya duyemîn; DYA û Îngiltere ji bo hikûmeta Ebadî lambeya kesk pêxistine ku heya giha van sînorên Başûrê Kurdistanê. Ger ku ew desteka ji bo hikûmeta Ebadî kêm bikin, wê hikûmeta Ebadî jî ber bi Başûr ve zûtir gavên erênî bavêje. Her wiha ger ku YNK, PDK, Tevgera Goran, Komele û Yekgirtû bi şêweyekî wekhev tev bigerin û bi yek helwestê li gel Bexda danûstandin bikin, wê Bexda zûtir ji bo çareseriyê gav bavêje.

 

* Herêmên dikevin çarçoveya xala 140’an ji çeteyan hatibûn rizgarkirin, lê niha hemû dîsa ji dest çun.  Li gorî we serkirdeya siyasî ya Başûrê Kurdistanê piştî 2003’yan ji bo pêkanîna madeya 140 çima tiştek nekiriye?

 

Li ser madeya 140 nîqaş hatiye kirin û Kurdan daxwaz kiriye ku vegere ser Herêma Kurdistanê. Ji bo pêkhatina rapirsiya li van navçeyan ku gel biryar bide bên ser Kurdistanê yan ne, lihevkirin hatiye kirin. Ji derveyî bicihkirina vê mijarê, hikûmeta Bexda bawerî bi madeya 140’an nîn e. Ne Malikî û ne jî Ebadî bawerî pê nîn e. Niha jî dibînin ku Bexda dibêje nabe li van navçeyan rêveberiya hevbeş hebe. Lê li ser vê mijarê Kurd jî zêde ne çûne pêş. Li gorî nêrîna min ji bo nivîsandina destûra Iraqê Kurd pir cidî bûn. Ji ber ku hemû serkirdeyên Kurd li Bexda bûn. Lê bele piştre ji bo pêkanîna vê madeyê, Kurdan zêde giringî nedan Bexda. Zêdetir bi Îran û Tirkiyeyê re mijûl bûn. Bi rastî jî em bi xwazin û nexwazin weke Kurd li Bexda gelek kêmaniyên me hebûn. Di vê mijarê de çend caran min qala wê jî kiriye. Carên wisa çêbûne ku partiyên siyasî ne yek bûn.

 

*Ji bilî partiyên li Başûrê Kurdistanê, PKK jî ev bi dehan salan e li ser vê xakê têkoşîn dimeşîne û danustendinan dike. Bi boneya 40’emîn salvegera damezrandina xwe de PKK’ê careke din bal kişandiye ser têkoşîna ji bo tevahiya Kurdistanê. Her wiha ji bo çareseriyê pirsgirêka Başûrê Kurdistanê rêyên çareseriyê pêşkêş kirine. Li gorî we ger ji bo pêkanîna van projeyan têkoşîn bihata kirin, wê rewş wiha lê bihata?

 

Destpêkê ez bi boneya damezrandinê pîrozbahî li  PKK’ê dikim. Partiyekî netewî û xebat ji bo netewa xwe dike, li hemû parçeyên Kurdistanê rola wê heye. Lê belê zêdetir ji bo Bakûrê Kurdistanê têdikoşe. Ez bi tundî ew siyaseta Tirkiye ya li hemberî Bakûr şermezar dikim. Ji bo wê jî weke siyaseta terorîstî ya dewletê binav dikim. Ew ji me re dibêjin ‘terorîst’. Lê ew bi xwe terorîst in. Li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî van pêkanînan dikin. Di referandûmê de diyar bû. Hêvî dikim ku PKK serkeftî be û min gelek caran gotiye divê çarçoveyekî netewî ya me hebe.

 

Ger em weke yek netewe kar nekin û alîkariya hev nekin, ji derve wê ti hesab ji bo me nekin. Tu kes nabêje ‘Kurdê filan perçeyî,’ dibêjin ‘kurd’. Ji bo wê ez her projeyekî netewî û yên PKK’ê jî pêşniyar kirine baş dibînim. Hêvî dikim di navbera parçeyan de alîkarî hebe. Bi taybetî di navbera PKK û PDK’ê de pirsgirêk nebin û dijbertiya hev nekin. Ji ber ku hinekan wisa fikir dikir ku Tirkiye dijbertiya me nake, lê me dît çawa bû.

 

‘Yekîtiya netewî ji bo çareseriya qeyranên Başûr piştgiriyek mezin e’

 

* PKK’ê gelek caran ji bo yekîtiya netewî bang kir. Niha jî heman bangê dike. Gelo yekîtiya netewî ji bo çareseriya qeyranên Başûr wê bibe çareserî?

 

Projeya netewî ne tenê ji bo qeyranên Başûr çareserî ye. Ji bo çareseriya qeyranên Başûr piştgiriyek pir mezin e. Dema li Başûr şerê terorîstên DAIŞ’ê dihat kirin, Kurdên Bakûr, Rojhilat û Rojava hatin. Ji bo wê jî rumetek netewî heye. Ger niha em biçin li gel Bexda guftûgo û lihevkirin bikin, Kurdên Bakûr, Rojava û Rojhilat piştgiriya me bikin, wê bandorek erênî ya mezin hebe û hêzek mezin e. Lê ger parçe alîkariya hev nekin û dijî hev bin, wê hemû jî lewaz bibin.

 

‘Divê ji bo azadiya Ocalan xebat bikin’

 

* Ji bo yekitî û azadiya Kurdistanê Rêberê PKK’ê Abdullah  Ocalan gelek hewldan kirine û proje pêş xistine. Rastiya pêşbîniyên Ocalan ên ji bo Kurdistan û bi taybetî Başûrê Kurdistanê baştir derket pêş.  Nêzî 10 sal beriya niha bal kişande ser rewşa îro li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî Kerkûk û navçeyên bi nakok rû daye. Lê niha tecrîdek giran li ser heye û nahêlin ku nêrînên xwe bide derve. Bi vê boneyê gelo ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan pêwîst e kurd çi bikin?

 

Ez demeke dirêj e Abdullah Ocalan nas dikim. Pêş damezrandina PKK’ê û çend caran jî me li Sûriye û Libnanê hevdû dîtiye. Pir mixabin ku ev 19 salin di girtîgehê de ye û bê suc e? Sucê wî ew e ku ji bo gelê xwe xebat kiriye. Belê 19 salin bê dadgehkirin li girtîgehê ye û dadgeh jî direwe. Ji bo wê divê em ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan xebat bikin. Divê Ocalan bê azadkirin. Civaka navnetewî û hemû dinya li hemberî rewşa li hemberî Ocalan heye neheqiyê dike. Ji bo wê jî hêvî dikim hemû takekesên Kurd bi yek dengî xebat bikin û alîkarî bikin ji bo ku Ocalan azad bibe. Di wê baweriyê de me ku azadbûna Ocalan wê pir bi sûd be. Ji ber ku Ocalan dikare li Tirkiyeyê aştiyê pêş bixwe. Fikrên wî aşti ye û wê ji bo Kurdên parçeyên din jî alîkar be. Di wê baweriyê de me ku her dema Ocalan bê azadkirin, ew ê ji bo aştiyê amade be. Hebûna Ocalan weke kesek azad wê bandorek erênî li ser serkeftina projeya netewî jî çêbike.

 

*Rojavayê Kurdistanê bi fikir û felsefeya Ocalan dimeşe û bûye mînak ji bo cîhanê. Gelo ezmûna      Rojava dikare ji bo Başûr bibe mînak?

 

Li Rojava du xal hene ku têbiniya min li ser heye. Yek; nabe bi temamî pişta xw bide Amerîka. Ji ber ku siyaseta Amerîka wisa ye, zêde li gel Kurdan nîn in. Demek li gel dimîne, piştre diterikîne. Divê li ser vê baldar bin. Ya duyemîn jî, hêvî dikim ku Rojava hemû yekgirtî bin. PYD û ENKS hemû bi hev re kar bikin, ji bo weke me li Başûr rastî pirsgirêkan neyên. Li aliyê din ev hilbijartinên kanton û ceribandin baş in. Lê divê alîkarî hev bikin. Ji ber ku niha Bexda dixwaze li gel Enqere vê xetê qut bike û bigehe Pêşxabur da ku Kurdên Başûr û Rojava ji hev cûda bike.

 

‘Erdogan dijî hemû Kurdane û siyastek terorîstene dimeşîne’

 

Tirkiye dixwaze ji hev cûda bike û Iraq jî soz daye Tirkiya ku şerê PKK’ê bike. Li gor nêrîna min divê Kurdên Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê vê bikin sedema sûd ji hev girtinê û li gel hev bin. Li Erdogan binerin; li dijî herçar parçeyan e, siyasetek nijatperestî û terorîstane dimeşîne. Ji bo wê jî divê Başûr sûd ji ezmûna Rojava bigire û sînorên navbera wan vekirî be. Di vê demê de jî girtina sînoran şaş e, zererê digehîne gel.

 

Dema Başûr dikeve metirsiya leşker, PKK hêz tîne û parastina Başûr dike. Me li Kerkûkê dît gerîla şer kir û parastina wê kirin. Lê belê desthilatdarên Başûr li ser Rojava sînor girtine. Gelo ev çiqas destê neyar û dijminên Kurdan ji bo ser xaka Kurdistanê bihêz dike?

 

Girtina sînoran ji ber nakokiyên siyasî çêbû, bandora Tirkiyê li ser hebû. PDK ku li vê herêmê desthilat e, li bendê bû ku Tirkiye dost û alîkarê wê be. Lê derket ku Tirkiye çiye û ji Îranê xerabtir e.