Erdhejê ziyanek mezin gihand Merîwanê

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berpirsê Maseya Krîzê ya bajarê Merîwanê ragihand ku ji ber erdheja şevê din gelek ziyan gihiştiye welatiyan, malên wan û gundên derdor.

 

Berpirsê Maseya Krîzê diyar kir ku li Merîwanê nêzî 50 kes birîndar bûne, şandine nexweşxanaya bajêr û got ku pêwîstiya 5 kesan ji bi nexweşxaneyê nebû.

 

Berpirsê Maseya Krîzê ya bajarê Merîwanê eşkere kir ku zêdetirî 100 xaniyên Merîwanê  û gelek wesayîtên Merwaniyan zerar û ziyan dîtin.

 

Şevê din li Merîwanê welatî heya sibehê li kolanan bû.