Ev 5 meh in bê darizandin li asayîşê tê girtin

25

 

 

MEXMÛR / ROJNEWS

 

 

Şêniyê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Anil Emre Akar dema dixwest biçe serdana xizmên xwe yên li Bakurê Kurdistanê, 23’yê Hezîranê di encama giliyê ajokarê taksiyê de li nuqteya kontrolê ya Asayîşa Mêrgesorê hat binçavkirin.

 

Piştî binçavkirinê dayika Akad Şîlan Denîz ji bo ku der barê kurê xwe de agahî bigire çû Asayîşa Diyana. Li gorî agahiyên ku Şîlan Deniz dane, Midûrê Asayîşa Diyana jê re gotiye ku di belgeyên Akar de hinek kêmasî hene, ew ê van belgeyan temam bikin û heta 2 rojan wî serbest berdin.

 

 

Şîlan Denîz destnîşan kir ku piştî du rojan kurê wê nehatiye berdan, lewma bi telefonê li Asayîşa Diyana geriyaye, lê bersiv nehatiye dayîn. Şîlan Deniz anî ziman ku piştî cejnê careke din çûye Asayîşa Diyana û got: “Min ji wan pirsî ka çima kurê min bernedane. Ji min re gotin ku wan kurê min şandine Hewlêrê. Min xwest ku belgeyek fermî bidin min da ku bi kurê xwe re hevdîtinê pêk bînim, tiştek nedan min.”

 

25 rojan tu agahî negirt

 

Piştî vê bersivê Şîlan Deniz xwestiye ku li Hewlêrê têkildarî rewşa kurê xwe agahiyekê bigire, lê 25 rojan tu agahiyek nehatiye dayîn. Denîz hewldanên xwe yên di van 25 rojan de û nêzîkatiya rayedaran wiha vegot: “Nêzî hefteyekê di navbera van asayîşên Diyana û Hewlêrê de hatim û çûm. Destpêkê bersiva ‘Em nizanin li ku derê ye’ didan. Lê li ser israra min ‘gotin tu dikarî li dadgehê bi dadger Mesûd re bi axivî’ Rojekê heta êvarê li ber derî sekinîm. Piştre alîkarê wî xwest ku ez daxwaznameyekê bînim. Min daxwazname da, lê 3 rojan li benda bersivê mam û her bersiva ‘karê me heye, em nikarin bi te re bi axivin’ didan. Ji neçarî dîsa vegeriyam Asayişa Gişti ya Hewlêrê. Lê nehiştin ez derbasî hundir bibim û gotin ‘Ji vir derkeve em tu alikariyê nadîn te’. Herî dawî ku dê li lîsteya girtiyan binêrîn, eger di nav de be wê agahî bidin. Ev hewldan hemû nêzî 25 rojan dom kirin. Piştî 25 rojan kurê min ê din çû û birayê xwe dît. Me bi vî awayî agahî ji kurê xwe girt.”

 

‘Laşê kurê min hemû bûye birîn û îltîhap’

Denîz da zanîn ev 4 meh û 20 roje kurê wê girtî ye, lê tu muxatabek fermî nedîtiye û got: “Ne mehkeme heye, ne jî muxatab tiştekî dibêjin. Tenê em hefteyê carekê diçin hevdîtinê. Di demên dawî de, ji ber aloziya li Başûr me nekarî hevdîtinê pêk bînin.” Şîlan Denîz diyar kir ku du roj berê bi kurê xwe re hevdîtin çêkiriye û dîtiye ku tenduristiya wî nebaş e wiha dom kir: “Gelek zeîf bûye, leşê wî, bi taybet sîngê wî hemû bûye îltîhap û birîn. Jê re gotine ku dê roja sêşemê bibin nexweşxaneyê.’ Got ku ji roja hatiye girtine heta niha di asta fermî de tu kesekî pê re hevdîtin nekiriye. Bê lêpirsîn û bê dadgehkirin tê girtin.”

 

Dayika Akar xwestiye ku bi riya Komiteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê encamekê bigire, lê ji wê jî tiştek derneketiye. Denîz got ku bi riya Qeymeqamê Bajarokê Mexmûrê hevdîtin bi cihên peywendîdar re kirine û ji wan re gotine ku dê Akar berdin lê, dîsa encam nehatiye girtin.

 

Şîlan Denîz anî ziman ku ew ji jiyan û ewlekariya kurê xwe bifikare û xwest ku kurê wê demek ji ya din zûtir were berdan.

 

(wd-zz)