Gerîlayên YJA Star: Em ê parastina gelê xwe bidomînin

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Piştî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, gerîlayên HPG ‘û YJA Starê ji bo parastina civaka Êzîdî xaka Şengalê wek mudaxele derbasî herêma Şengalê bibûn û  pêşî li qirkirina civaka Êzîdî girtibûn. Bi têkoşîn û berxwedaneke bêhempa jî di rizgarkirina Şengalê ya 13’ê Mijdara 2015’an de pêşengî kirin.

 

Ji gerîlayên YJA-Star Rûksen Cûdî û Berbang Şeval ên di vê berxwedanê de cih girtibûn bi wesîleya 2’yemîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji ajansa me re axivîn.

 

Gerîlaya YJA-Star Rûksen Cûdî diyar kir ku ji derveyî HPG’ê ti hêzeke ku karîba mudaxeleyî fermanê bike tunebû û axaftina xwe wiha domand: “Sala 2015’an ez hatim Şengalê. Armanca me ya hatina vir, ew bû ku em ji fermana li hember gelê me hatiye kirin, bibin bersiv. 11 mehan me li hember çeteyan şer kir. Azadkirina Şengalê bi serketî çêbû.”

 

‘Em ê timî li cem xwe bin’

 

 

Cûdî anî ziman ku di pêvajoya pêngavê de fedakartî û cesareta gerîlayan pir bilind bû û got: “Diviyabû Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hatiba paqijkirin û gelê me careke din vegeriyaba ser xaka xwe. Bi azadkirina Şengalê re zemîna jiyanekê ava bûye, destketî çêbûne. Niha hinek hêz li ser van destketiyan dixwazin rant bi dest bixin. Kesên di dema fermanê de navê wan nedihat ser ziman û ji derveyî berjewendiyên xwe tiştek nedifikirîn, me dikin hedef. Weke hêzên HPG û YJA-Star hêza me ya em li hember wan li ber xwe bidin heye. Li vir gelek berdêl û şehîd hatin dayîn. Rewşa me ya niha ya parastinê ye. Êdî diviyabû ji fermanên li hember gelê me re hatiba gotin, ‘bes e’ û hêza vê bersivê dide jî em in. Bila gelê me zanibe ku em timî li cem wan in.”

 

Gerîlaya YJA-Star Rûksen Cûdî di dewama axaftina xwe behsa avakirina YBŞ’ê jî kir û got: “Di pêvajoya azadkirina Şengalê de YBŞ ava bû. YBŞ yekemîn hêza civaka Êzîdî ye ya li Şengalê hatiye avakirin. Di avakirina destkeftiyên me de hebûna YBŞ’ê faktoreke bingehîn bû. Li ser esasê fikrên Apo ava bû.”

 

‘Ji niha û şûn ve jî em ê gelê xwe biparêzin’

 

 

Gerîlaya YJA Star Berbang Şeval jî anî ziman ku wek hêzên YJA Star wê parastina Şengalê bidomînin û got: “Armanca me ya esasî parastina gelê me yê Êzîdî ye. Em dixwazin li ser felsefeya Rêber Apo parastina xwe pêş bixin û jiyaneke azad a nû ava bikin. Em girîngiya xwe ya li vir bê ji bo gelê me yê Êzîdî tê çi wateyê dizanin.”

 

Şeval axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Navenda Şengalê xwedîtî ji berxwedana 11 mehan a bi heybet re kir. Hevalan 11 mehan mal bi mal li ber xwe dan. Bi fedakarî û lehengiyeke mezin Şengal azad kirin. Ji niha û şûn ve jî em ê gelê xwe biparêzin.”