Goran û Komele: Pêwîst e aliyên siyasî hikûmeta demkî ava bikin

20

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Li Navenda Komeleya Îslamiya Kurdistanê ya Silêmaniyê, Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê civiyan. Piştî civînê li ser naveroka civînê daxuyanî hate dayîn.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Behsa guhertinên siyasî yên dawiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê hate kirin. Hate diyarkirin ku Herêma Kurdistanê ji ber encamên siyaseta hikûmraniya Herêma Kurdistanê di qoxaneke giran û dijwar re derbas dibe. "

 

Her du aliyan pêwîst dît ku bi berpirsyartî nêzî vê qonaxê bibin. Hêz û aliyên siyasî hikûmeteke demkî ava bikin û erka sereke ya vê hikûmetê ev be ku guftûgoyên serkeftî bi hikûmeta navendî re bike. Her wiha başkirina rewşa jiyana welatiyan, dayîna mûçeyên karmendan û amadekariyên ji bo hilbijartinên paqij û dûrî destwerdana hizban em pêwîst dibînin. Di beşeke din a civînê de me behsa serdana şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel aliyên siyasî hat kirin. "

 

Şandeya Komeleya Îslamiya Kurdistanê ji Berdevkê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbiwar Hemed, û endamê Rêveberiya Encumena Siyasî ya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm pêk dihat.

 

Şandeya Tevgera Goran jî Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seîd Elî û Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Goran Celal Cewher pêk dihat.

 

Hêjayî gotinê ye duh Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seîd Elî Tevgera Goran û Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahedîn li Ofîsa Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiyan.