Helebce careke din hejiya

18

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

Piştî erdeja şevê din a li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatî û li Bakûrê Kurdistanê jî hatî hîskirin  îro, di saet 08.05'an de careke din parêzgeha Helebce hejiya.  Lê ti ziyana madî û giyanî çênebû.

 

Pisporê jeolojî Ehmed Abid têkildarî erdheja li Helebce çêbûyî wiha got; "Her çend ku ti daneyên fermî li ber destê me nîne jî lê, li gorî pêşbîniyên me pileya erdhejê derdora 3 pileyan de bûye. Ti ziyana giyanî û madî jî çênebûye."

 

Ehmed Abid axaftina xwe wiha domand; "Li gorî zanista jeolojî piştî her erdhejekî dijwar 5 rojan rêze erdhej çêdibin. Lê wê pileyên wan ne zêde bilind be."

 

Şevê din bi pileya 7.3 gelek bajarên Kurdistanê bi taybet, li Silêmanî û Kirmaşanê erdhej çêbû û gelak kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bû.