Hikûmeta Başûr spasiya Erdogan kir!

36

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di daxuyaniya ku li ser naveroka civîna hikûmetê hate dayîn de wiha hate gotin; “Desteya Wezîran sersaxî ji bo malbatên qurbaniyên erdheja şevê din li Helebce, Germiyan, navçeyên din ên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê rû dayîn, dixwaze. Ji bo birîndaran jî şîfaya lezgîn dixwaze. Ji bo alîkariya welatiyan jî me tîmek lezgîn a alikariyê amade kiriye.”

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Spasiya Serokkomarê Tirkiya AFDE dikin ku ji bo alîkariyê tîmek lezgîn a alikariyê şandin. Hêvî dikin hikûmeta  Iraqa Federal jî destê alikariyê ji bo mexduran bişîne.”

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta herêmê li ser rêya diyalogê ya li gel Iraqê cidiye li ser bingehê destûrê çareserî bike û nerazîbûna xwe ya li hemberî kêmkirina beşa herêmê ya di projeyasaya bûdceya Iraqê ya 2018’ê de jî nişan da.

 

Di dawiya daxuyaniyê de jî bal hate kişandina ser giringiya tifaqa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û hate gotin ku Desteya Wezîran wê serdana xwe ya bi vê armancê li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dewam bike.

 

Hêjay gotinê ye ku ev spasiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo Serokkomarê Tirk di demekî wisa de ye ku pêş çend rojan balafirên şer ên dewleta Tirk navçeyên sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û gelek zerer giha gundiyên van herêman.

 

(rn)